Pirs: Seydayê me di derseke xwe de di der barê bêjeya “temarew” de got ku: Neketin, şubheyê, wekî bikevin şubheyê xuya bûn û piştre wiha berdewam kir: Jixwe ketina gumanê tiştekî xwezayî ye. Lê belê di ayeteke din de bi îfadeya (lem yertabû) hatiye vegotin ku bawermend “piştî baweranînê nakevin şubheyê”. Ma dengeya di navbera van herduyan de û cihê gumanê ji baweriyê çi ye?
Bersiv: Bi îhtimaleke mezin hûn qala vê ayetê dikin:
“Vêca ma tu di kîjan nîmetên Rebbê xwe de dikevî gumanê? فَبِأَيِّ آلَاء رَبِّكَ تَتَمَارَى (Necm 53/55)
Ev ayet, diyar dike ku mirov li pêşberî nîmetên Xwedê Teala, nakeve şubheyê. Li aliyê din şubhe/guman, du beş in. Yek jê di dema lêkolînê de derdikeve holê û mirov digihîne rastiyê. Ya din jî piştî diyarbûna rastiyê ji bo nepejirandina wê mirov bi şubheyê zorê bide xwe. Vê şubheya dawî kafir dikin. Çend ayetên di der barê vê yekê de wiha ne:
“Mebin wekî wan ên ku piştî delîlên aşkere ji wan re hatin, parçe bûn û bi hev ketin. Ha ji wan re ezabekî mezin heye. Roja ku hin rû spî hin jî reş dibin, ji wan ên rûreş bûne re wiha tê gotin: “Ma piştî we bawerî anî, hûn kafir bûn? De ji ber kafiriya xwe ezab biçêjin!” Wan ên rûspî dê di nav dilovaniya Xwedê de bin. Ew dê li wê heta bi hetayê bimînin. Ha ev ayetên Xwedê ne, Em bi heqiyê wan ji te re dixwînin. Xwedê qet naxwaze li tu kesî zilmê bike.” (Alî Îmran, 3/105-108)
Ji kerema xwe re serî li navnîşana jêr jî bidin:
www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/zaman-zaman-allahin-varligindan-suphe-duymak-vesvese-midir.html