Fetwayen Kurdi
Ma çêdibe ku nîkah bê mehr were birîn?

Ma çêdibe ku nîkah bê mehr were birîn?

Pirs: Hûn dikarin di derbarê mehrê de agahiyan bidin? Nîkaha ku bê mehr were birîn gelo durist e? Di rewşeke wiha de divê meriv çi bike?

Bersiv: Zilamê bawermend, bi dayina mehrê berpirsyar e. Ev, mafek e ji aliyê Xwedê Teala ve ji pîrekê re hatiye dayin. Di ayeta çarem de ji sûreyê Nîsa, Perwerdegarê me wiha ferman dike:

Mehra jinan bi ciwanmêrî bidin wan.”

Dema zilam, li gorî usûlê mehra pîrekê nede, wê gavê pîrek dikare bi rêya dadgehê dozê veke û mehra xwe ji zilam bistîne. Heta ku mafê xwe bi dest nexe, mêrê wê li hember wê berpirsyar e, lê belê ev ne mecbûr e ku berpirsyariyên jinantiyê, bîne cih.[1]

Eger mehr, bi peymaneke ku di navbera mêr û jinê de tifaq li ser hatiye kirin an jî bi rêya nûnerên wan bi awayekî serbest bête tesbîtkirin, jê re tê gotin “mehrî musemma” (mehra binavkirî.) Ji vê re tu sînor tune ye. Beşa ku biryara pêşin li ser hatiye dayin dê pêşin be, ya mayî jî piştre dê bê dayin. Dibe ku biryar li ser dayina hemî mehrê bi pêşin jî hatibe dayin. Zilam, heta beşa deynê xwe yê pêşin ji mehrê nede, mafê sûdwergitina ji pîrekê bi dest naxe. Lê belê eger pîrek destûrê bide, ew tiştekî din e. Beşa mayî jî yan bi hatina dema qewlê wan an bi berdanê yan jî bi mirinê bi temamî ji pîrekê re tê dayin. Mîrata mêr, piştî dayina vî deynî, dê were parvekirin.

Ji deynê mehra jina ku mêrê wê ew berdabe, zilam nikare qurûşekî jî jê kêm bike. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Eger hûn bixwazin ku jinekê berdin û di şûna wê de jineke din bînin û we malekî pir dabiyê, vêca ji wî malî tiştekî nestînin. Ma hûn ê bi bêbextî û gunehkariyeke aşkere, jê bistînin?[2]

Eger di dema birîna nîkahê de mehr nehatibe tesbîtkirin, herçiqas pîrek, di nîkahê de bi şertê bê mehriyê qayil bûbe jî nîkah durist e û mafê mehrê bi awayekî xwezayî derdikeve meydanê. Mehra ku bi vî awayî ji ber xwe ve hasil dibe, jê re tê gotin “mehrî misil”.

Pîvan û awayê vê mehrê, bi nerîna pîrekeke ku hemkûfê wê, bê ka çiqas mehr stendiye, tê tesbîtkirin. Ev dengîtî/hemkûfî jî ji nav eqrebayên bavê pîrekê bi nerîna li taybetiyên temen, xweşikahî dewlemendî, hişmendî, dîndarî, ezebtî, bîtî, ilim, edeb, exlaqê xweş û ku zarokên wê hene-tune ne, tê tesbîtkirin.[3] Pîrekeke ku di van taybetmendiyan de hemkûfê wê be, wê ji mêrê xwe çiqas mehr stendibe, mehrî misla wê jî dibe ew.

Delîla duristiya nîkaha ku bê mehr hatibe birîn, ayeta 236’an ji sûreyê Beqere ye. Di wir de Xwedê Teala wiha ferman kiriye:

Eger, hîn ku we dest nedabe wan an jî we mehra wan diyar nekiribe, hûn jinan berdin, li ser we tu guneh tune ye. Tiştekî ku jê istifade bikin, bidin wan. Ê destfireh bila li gorî halê xwe û yê desteng jî li gorî halê xwe, dayineke li gorî me‘rûfê[4], bide wan. Ev, li ser qencîkaran, deynek e.”

Di ayetê de behsa mijara ku beriya mehra pîrekê hatibe tesbîtkirin û were berdan, tê kirin. Li gorî ku di derbarê berdanê tê xeberdan, ev tê mena ku zewac pêk hatiye.

Di vir de divê meriv mijara mehrê û qelen/next, tevlihev neke. Qelen, heqê şîr û hwd. ji dê û bav an jî ji birayên pîrekê re tê dayin, lê belê mehr bi temamî ji pîrekê re ye. Mehr bi temamî mafê pîrekê ye. Di mijara mehrê de tu kesekî din nikare mafekî angaşt bike. Dînê Îslamê, mehr şert dêraye û qelen jî qedexe kiriye.

Ji bo agahiyên berfirehtir di derbarê mijarê de ji kerema xwe re nivîsa ku di lînka jêr de ye bixwînin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/gunumuzde-kari-koca-ihtilafinin-sebepleri.html



[1] Ömer Nasuhi Bilmen, Hukuk-ı İslamiye ve Istılahat-ı Fıkhiyye Kâmusu, Stenbol l967, II, 167.

[2] Nîsa, 4/20.

[3] Ömer Nasuhi Bilmen, Hukuk-ı İslamiye ve Istılahat-ı Fıkhiyye Kâmusu, Stenbol l967, II,. 119.

[4] Mena me‘rûfê; tiştê me‘lûm û tê zanîn e. Ev zanebûn ya ji ‘urf û adetan an jî ji Qur’an û Sunete Pêxember (s.a.v) tê bidestxistin. Eger ji ‘urf û adetan hatibe bidestxistin divê ne li dijî Qur’an û Sunetê be. Zanebûnek wiha dîn û ‘eql, wê baş û rast didêrin.