Pirs: Hevalekî min heye û ez jê hez dikim. Lê ji bo zewaca me, hinekî wext lazim e. Temenê me herduyan jî li dora 20’î ye. Gava em bi hev re digerin da ku em nekevin guneh, em dixwazin ku nîkaha xwe yî dînî bibirin. Lêbelê haya malbatên dê ji vê yekê tune be. Lewra dê niha destûra zewaca me, nedin. Gelo nîkaheke wiha rast e, sehîh e?
Bersiv: Nîkah, peymaneke ku bi destûr/kontrol tê birîn û di nav gel de tê îlanakirin. Bi tu awayî bi dizî û bê kontrol nayê birîn.
Ji bo nîkaha keçê, destûra welî şert e. Di nîkahê de welî, tê wateya kontrolkirina nîkaha ku dê were birîn. Ango nîkah di bin kontrole de were birîn. Merciyê yekem ku vê kontrolê bike, malbata keçikê ye. Malbat, dê lêkolînê di heqê zava de bike, ger munasib bibîne dê destûra zewacê bide. Ev, ji bo zewacê gelekî pêwîst e û bê wê qet nabe. An jî dibe ku hûn bi tena serê xwe agahiyên tam di derbarê kesê hûn ê pê re bizewicin, bidest nexin.
Nîkaha dînî, ne nîkaheke formalîte ye ku bihevrebûna jin û mêrekî ji aliyê dînî ve meşru bidêre! Ev, bi seydayekî û bi hebûna du şahidên nas, çênabe. Nîkahên bi vî rengî ne sehîh in, rast in. Lêbelê dibe ku hin kesên vi karî bi pereyan dikin, we bixapînin û bibêjin ku ev nîkah rast e. Divê hûn li hemberî kesên wiha baldar bin.
Divê hûn rewşa xwe ji malbata xwe re bi zimanekî xweş vebêjin. Herwiha ji wan re îzah bikin û bibêjin ger hûn destûrê nedin, ez ê têkevim rewşeke teng û ji bo zewaca min hewcedarî bi riza û destûra we heye. Ger destûrê bidin, wextekî berî wextekê hûn ê nîkaha xwe bibirin, bizewicin. Ger na jî hûn ê serî li Daîra Mehrbirînê bidin, nîkaha xwe yî fermî bibirin. Ji wan herdu rêyan pê ve ji bo we tu rêyeke din xuya nake.
Wekî din jî, di roja me de ger hûn sirf nîkaha dînî bibirin, hûn ê mexdûr bibin, li derve bimînin. Siberoj gava hûn ji hev biqetin, hûn ê nikaribin doza tu mafekî bikin. Ha ji bo vê yekê an malbata we dikeve meselê an jî bi nîkaha fermî bizewicin, bi vî rengî hûn ê mafê xwe bi rêya huqûqî biparêzin.
Heta hûn bizewicin jî hewl bidin ku hûn demên bi rojî biborînin. Lewra rojîgirtin, nefsa însan terbiye dike. Di derheqê vê yekê de Pêxemberê me (s.a.w) wiha gotiye:
“Gelî xortan! Qaweta we kê û zewicandinê hebe bila bizewice. Ew kesê qawet û îmkana wî ya maddî tune be, bila rojî (ya nafîle) bigire. Lewra rojî şehwetê dişikîne.”(Buxarî, Nîkah, 3; Muslim, Nîkah, 1)