Pirs: Ez bijîşkê tibê me. Ji bo xizmetên ku li nexweşxaneya me tune ne (mîna MR, şikandina kevirên di gurcikê de û hwd.) em ji nexweşên xwe re wiha dibêjin: “Li filan nexweşxaneya dewletê hûn dikarin bê ucret tedawî bibin, eger bixwazin jî hûn dikarin serî li vê navenda han ya taybet bidin.” Lewra mîna ku tê zanîn li nexweşxaneyên dewletê nexweş, bi mehan disekine. Gava nexweş serî li yekê ji van navendan dide, digel ku di navbera wan de peyman tune ye jî saziya taybet, li gorî jimara nexweşan ucret dide bijîşkan. Armanc, da ku bijîşk hin nexweşên din jî bişîne cem wan… Di vê rewşê de ma caiz e ku bijîşk wî pereyî bigire?
Bersiv: Gava bijîşk li saziya xwe erka xwe pêk bîne û di wezîfeya xwe de îhmalkariyê meke, nexweş nexapîne, temamê alternatîfan -çi fermî çi jî taybet- bi heman awayî ragihîne nexweş, bi şertê ku çi bi dizî çi jî aşkere berê nexweş nede hin saziyên diyar di kirinek wiha de tu mehzûrek tune ye. Lê belê, saziya taybet ya ku behsa wê hat kirin, divê ku ucret û meblaxa ku dide bijîşkê din ji nexweş tehsîl neke, tarîfeyeke zêde ji nexweşê ku bi şîret û tewsiyeya doktor hatiye nexweşxaneyê neyê girtin. Wekî din jî meblaxê ku ji bijîşk re tê dayin, ne ji nexweş; li berevajî vê divê ji qaseya saziyê bi xwe were dayîn.
Amadekar: Prof. Dr. Servet Bayındır