Fetwayen Kurdi
Ma bûyera mîracê di Qur’anê de dibore? Rastiya vê yekê çi ye?

Ma bûyera mîracê di Qur’anê de dibore? Rastiya vê yekê çi ye?

Pirs: Ma Pêxemberê di şeva Mîracê de Xwedê Teala dîtiye? Eger nedîtibe, wê gavê çi wate ji xwendina tehiyyatê re -di nimêjê de- dibîne?  Ma mirov dikare di dewsa wê hin dirûdên din bixwîne? Heke di derheqê mîracê de -di Qur’anê de- ayet tune bin wê demê rastiya vê meseleyê çi ye?

Bersiv: Pêxemberê me di mîracê de -heşa- Xwedê Teala nedîtiye. Derketina wî ya mîracê da ku hin ayet û nîşanên qudreta Xwedê Teala bibîne. Ayetên têkildar wiha ne:

Ew ê ku bendeyê xwe (Muhemmed) di şevekê de ji Mescîdu’l-Heramê (Ke‘beyê) biriye Mescîdu’l-Eqsayê (mizgefta ku herî dûrî ser rûyê erdê ye) ya ku Me hawirdora wê pîroz kiriye, da ku Em hin nîşanên xwe şanî wî bidin ji her kêmasî û pûçiyê pak û bêrî ye. Bêguman yê bihîzer, yê bîner her Ew e.”  (Îsra, 17/1)

Wî (pêxember), careke din jî Cebraîl dîtibû. Li cem Sidretu’l-Muntehayê. Cennetul Me’wa jî li cem wê ye. Wê dema ku ya Sidre dinixumand, nixumandibû.  Çavê wî meyl neda û sînor derbas nekir. Sond be, wî hin ji nîşanên Xwedayê xwe yên herî mezin dît.” (Necm, 53/13-18)

Xwedê Teala aşkere dike ku armanca vê rêwîtiyê “da ku hin nîşanên xwe şanî wî bide” (Îsra, 17/1), di van ayetan de jî “Sond be, wî hin ji nîşanên Xwedayê xwe yên herî mezin dît.” (Necm, 53/13-18) diyar dike ku rêwîtiya Pêxmeberê me gihaştiye armanca xwe. Gava em ayeta sûreyê Îsra û ayetên sûreyên Necm bidin ber hev, kifş dibe ku herdu jî heman bûreyê vedibêjin. Ayeta sûreyê Îsra behsa armanca rêwîtiyê, ayetên sûreyê Necm jî cihê rêwîtiyê, encam û tiştên ku di gava rêwîtiyê de hatine dîtin, dike.

Ayetên sûreyê Necm li gorî pirên aliman behsa mîracê dike. (Bnr: Teberi, Cami‘u’l-Beyan fi Te’wili’l-Kur’an, c. 11, rp. 519; Razî, et-Tefsiru’l-Kebîr, Beyrût, 1999, c. 10, rp. 246; Ebû Heyyan, el-Behru’l-Muhît fi’t-Tefsîr, Beyrût, 1992, c. 10, rp. 14; Kurtubî, el-Cami’ li Ehkami’l-Qur’an, Beyrût 1988, c. 17, rp. 65; Elmalılı, Hak Dini Kur’an Dili,  c. 7, rp. 297.) Ango Xwedê Teala “da ku hin nîşanên xwe şanî wî bide” (Îsra, 17/1) di şevekê de pêxemberê xwe derxistiye mîracê û ji bo vê armancê jî hin ji nîşanên xwe yên herî mezin nîşanî wî daye. (Necm, 53/18) Ev jî tebeqên esman, hevdîtina bi pêxemberên ku di wan de ne, dîtina Cebraîl bi şeklê wî yê esasî, Sidretu’l-Munteha, Bihuşt, Dojeh, Beyti Me‘mûr û hwd ne.

Xwedê Teala wiha ferman dike:

Cibraîlê hêzmezin ev wehî fêrî wî kiriye. Ew ferîşteyê behremend xwe rast kir. Ew li asoyê herî bilind bû. Paşê ew nêz bû, vêca hin bi hin berjêr bû. Bi qasî du kevanan an jî hê jê kêmtir nêzîk bû. Vêca wehya ku Xwedê da bendeyê xwe, wehî kir. Dilê wî, ya ku çavê wî dît derew dernexist. Ma hûn ê li ser a ku wî dîtiye pê re têbikoşin? Wî (pêxember), careke din jî Cebraîl dîtibû. Li cem Sidretu’l-Muntehayê. Cennetul Me’wa jî li cem wê ye. Wê dema ku ya Sidre dinixumand, niximandibû.  Çavê wî meyl neda û sînor derbas nekir. Sond be, wî hin ji nîşanên Xwedayê xwe yên herî mezin dîtine.” (Necm, 53/5-18)

Ji bo agahiyên berfirehtir di derbarê bûyera Mîracê de ji kerema xwe re serî li navnîşanên jêr bidin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/roportajlar/isra-ve-mirac.html

http://www.kurandersi.com/tv-programlari/hilal-tv/mirac-ozel-programi.html

http://www.kurandersi.com/kuran-sohbetleri/2005/necm-suresi-isra-ve-mirac.html

Gava Pêxember (s.a.w) duayê tehiyyatê fêrî hevalên xwe dikir, diyar nekiriye ku ji ber wî Xwedayê xwe li mîracê dîtiye divê were xwendin. Di vê mijarê de ji sehabiyan ‘Ebdullahê kurê Mesûd wiha dibêje:

“Resûlullah (s.a.w), destên min xistin nav kefa destên xwe û her wekî ku sûreyekî ji Qur’anê hînî min bike teşehhud (tehiyyat) fêrî min kir.” (Buxarî, Ezan, 148, 150, ‘Emel fi’s-Selat, 4; Muslim, Selat, 55-59 (402); Tirmizî, Selat, 215; Nesaî, Tetbîq, 100.)

Li gorî ku Pêxemberê me di hedîseke xwe de gotiye: “Mîna ku hûn dibînin ez nimêj dikim, nimêj bikin.” (Buxarî, Ezan, 18) divê em jî wekî vî nimêj bikin. Heke wî gotibe ku di teşehhudê de duayê tehiyyatê tê xwendin, divê ku were xwendin. Meseleya duayê ji bilî duayê tehiyyatê: Jixwe mirov di teşehhuda dawî de piştî xwendina tehiyyatê dikare ji xwe re dua bike.