Fetwayen Kurdi
Ma bûk mecbûr in ku xizmeta xwesû û xezûrê xwe bikin?

Ma bûk mecbûr in ku xizmeta xwesû û xezûrê xwe bikin?

Pirs: Ma bûk mecbûr e ku xizmeta xwesû û xezûrê xwe bike?

Bersiv: Zarok, mecbûr e ku dê û bavê xwe ziyaret bike, hewcedariyên wan bi cih bîne û dilê wan xweş bike. Ev, peywira zarokan e. Xwedê Teala wiha ferman dike:

“Perwerdigarê te ferman kiriye ku hûn, bi tenê ji Wî re îbadetê bikin û bi dê û bavê xwe qenciyê bikin. Vêca eger yek ji wan an jî herdu li cem te kal bibin; ji wan re nebêje “Of” û guhnedêriya wan neke û ji bo wan gotineke xweş û germ bibêje.

Wan bixe bin perê dilovaniya xwe û bibêje: Xwedayê min! Çawa ku wan di zarokantiya min de bi dilovanî ez xwedî kirim, Tu jî li wan dilovaniya xwe bike!”[1]

Lê belê, bûk ne mecbûr e ku li xwesû û xwezûrê xwe binihêre. Di tu ayet û hedîsan de tiştekî ku vê ferman bike, tune ye. Encax yek ji peywirên pîrekê yên li hember mêrê wê, ku ji mêrê xwe re qenc be. Pîreka ku ji dê-bav û eqrebayên mêrê xwe re nebaş be û bi wan re xweş derbas meke, tê mena ku ji mêrê xwe jî ne qenc e.

Wekî din jî yek ji helwestên qencî ku di dînî me de hatine tewsiyekirin, ku meriv bi yên ji xwe mezintir re xweş tev bigere. Di hedîsekê de Pêxemberê me (s.a.w) wiha gotiye:

Ê ku li biçûkên me rehmê neke û ji mezinên me re rêz û hurmetê nîşan nede, ne ji me ye.[2]

Li gorî ku ji Ebdullah kurê ‘Emr (x.j.q) hatiye ragihandin; Pêxember (s.a.w) wiha gotiye:

Ên ku rehmê dikin, Rehman jî li wan rehmê dike. (Madem wisa ye) hûn li yên erdê rehmê bikin, da ku yê li asîman e jî li we rehmê bike.”[3]

Tiştekî din jî heye, divê bûk li xwe û dayikên xwe jî bifikirin. Eger ew, di heman rewşê de bin, ka dixwestin çawa bi wan re bihata tevgerîn, divê ew jî bi xwesûyên xwe re biha tevbigerin.

Ji vî aliyê ve, pîrekên misilman ên ku xwezûr û xwesûyên wan hewcedariya wan bi nerînê heye, ku bi hewcedariyên wan mijûl bibin û îhtimamê nîşanî wan bidin ji aliyê dînî ve, karekî meqbûl kirine û xêra wan jî dê pir mezin be. Lê belê, mîna ku me di serî de jî got, di vê mijarê de tu fermaneke ku pêwîst bidêre, tune ye. Ên ku divê li dê û bavê xwe binihêrin, zarokên wan in. Di vê meseleyê de zilam, divê li pîrekên xwe zorê mekin û hewcedariyên dê û bavê xwe, ji dêla jinên xwe, ew bi xwe pêk bînin. Û pîrekên di vî warî de fedakar in, divê mêrê wan her gav wan teqdîr bikin û qîmeta wan bizanibin.



[1] Îsra, 17/23-24.

[2] Tirmizî, Bir, 15; Ebû Dawûd, Edeb, 58; Ehmed kurê Henbel, Musned, 1/257.

[3] Ebû Dawûd, Edeb, 58.