Pirs: Heke em Misilman parvekirina mîratê li gorî Qanûna Medenî ya di roja me de li dar e bikin, ma em dibin berpirsyar? Tê gotin ku di mijara parvekirina mîratê de di navbera Qanûna Medenî û hukmên Îslamê de –ji bilî ku para mêr ji ya jinê zêdetir pê ve– tu cudahî tuneye. Ma ev tişt rast e?
Bersiv: Xwedê Teala mijar mîratê û ka dê çawa bê parvekirin –bêyî bi destê wêris an jî hinên din ve berde– di Qur’ana Pîroz de aşkere kiriye. (Bnr: Nîsa, 4/7, 11, 12, 176)
Piştî ku Xwedê Teala hukmên parvekirina mîratê bi berfirehî aşkere kir li kesên ku li gorî van biryaran tev digerin-nagerin ev mizgînî û hişyarî kiriye:
“Ev (dabeşkirina mîratê) sînorên ku Xwedê danîne. Kî bi ya Xwedê û Qasidê Wî bike, dê wî bixe bihuştên ku çem di nav wan de diherikin, dê heta hetayê tê de bimînin, ha ev e serfiraziya mezin.
Kî jî bêemriya Xwedê û Qasidê Wî bike û ji sînorên Wî derbas bibe, dê wî têxe agirekî ku tê de seraqetî bimîne. Ezabê riswaker jê re ye.” (Nîsa, 4/13-14)
Di navbera hukmên mîratê yên Îslamî û rêbaza mîratê ya Qanûna Medenî de ji van aliyan ve: “mîratgiriya qanûnî û îradî”, “wêrisiya bi para mehfûz”, “cudahiya di navbera para mêr û jinê de”, “nesba wêrisan”, “wêrisiya zarokê ewlad hatiye girtin”, “redda mîratê”, “berpisryariya ji deynê mirî” û hwd. cudahiyên girîng hene.
Hûn dikarin agahiyên berfirehtir di ber barê vê mijarê de ji gotara li jêr bi dest bixin:
Abdurrahman Yazıcı, “İslam Miras Hukuku ile Türk Medeni Kanunu Miras Sisteminin Mukayesesi”, Ekev Akademi Dergisi, Sal: 17, Jimar: 55, (Bihar 2013), rp: 167-180).