Fetwayen Kurdi
Ma birastî jî Hz. Îsa di dergûşê de xeber daye?

Ma birastî jî Hz. Îsa di dergûşê de xeber daye?

Pirs: Di ayeta 29’an ji sûreyê Meryem, dema ji diya me Meryem hin pirsan dikin, ew bi bal kurê xwe Îsa ve îşaret dike, da ku jê bipirsin. Li ser vê yekê gelê wê gotin: “Em ê çawa bi zarokekî dergûşê re bipeyivin?” Hin seyda vî tiştî bi awayê kinaye “Ew hîn zarokê do ye, ma em ê bi zarokê dergûşê re bibin muxateb” fêhm dikin û dibêjin ku birastî Îsa aleyhiselam di wê gavê de, ne zarok bû, belbî navsere bû. Gelo ramana we di derbarê vê nerînê de çi ye?

Bersiv: Çewtî û şaşiya nerîna ku îfadeya di ayeta 29’an ji sûreyê Meryem “zarokekî dergûşê” (فِي الْمَهْدِ صَبِيًّا) derbas dibe, mecaz/kiyane ye û di wê gavê de Îsa aleyhiselam mezin bûye, ji ayetên din ên bi mijarê re têkildar in derdikeve holê. Ayetên têkildar wiha ne:

Dema firîşteyan got: Hey Meryem! Xwedê bi gotineke ji cem xwe mizgîniyê dide te ku navê wî Mesîh; Îsayê kurê Meryemê ye. Hem li dinyayê, hem jî li axretê rûmetdar û ji yên nêzî Xwedê ye. Îsa, di dergûşê de û di navseretiyê de jî bi mirovan re dê bipeyive û ew ê bibe ji salihan.”[1]

Wê rojê Xwedê dê bibêje: Ey Îsayê kurê Meryemê! Ew qencî û kerema ku Min li te û dayika te kiribû bîne bîra xwe. Min bi Canê Pak (Cibraîl) piştgiriya te kir. Tu di dergûşê de û piştî tu mezin bûyî jî digel mirovan dipeyivî…[2]

Di van herdu ayetên dawî de hatiye diyarkirin ku Îsa aleyhiselam hem di zarokantiya xwe de hem jî piştî ku mezin bibe ango di “dergûş û navseretiyê de” dê bi muxatebên xwe re bipeyive. Îfadeya ku di ayeta yekem de (Alî Îmran, 3/45-46) dibore ji aliyê firîşteyan ve, ya duyem jî (Maîde, 5/110) rasterast ji aliyê Xwedê Teala ve hatiye gotin û di vê de tu rewşa heqaret û biçûkdîtinê jî tune ye.

Ev jî dide nîşandan ku îfadeya di ayeta “Gotin: Em ê çawa bi zarokekî dergûşê re bipeyivin?” (قَالُوا كَيْفَ نُكَلِّمُ مَنْ كَانَ فِي الْمَهْدِ صَبِيًّا)[3] de dibore, ne mecazî ye, belbî bi mena heqîqî ye.



[1] Alî Îmran, 3/45-46.

[2] Maîde, 5/110.

[3] Meryem, 19/29.