Pirs: Li cihê ku ez lê dişixulim, hin caran behsa meseleyên dînî tê kirin. Hin caran muşterî bêyî ku rastiya wê bizanibin, tiştên şaş dibêjin. Xwediyên fîrmayê jî bi gotinên xwe piştgiriya wan dikin. Dema ez jî li ser meseleyeke dînî ji muşteriyan re dibêjim, fikra we şaş e, patronên min ji min re dibêjin, “Binêre li vê dikanê behsa meseleyên dînî neke. Ji ber te wê xelk ji me aciz bibe û dê neyên vir.” Kêm zêde mesele wiha ye. Gelo di rewşên wiha de divê ez biaxivim an na? Ji vê meseleyê aciz dibim. Divê ez li hember muameleyeke wiha çawa hereket bikim û çi bikim?
Bersiv: Li gorî ayetên li binî, dema li cihê kar li cem te, behsa fikrên bereksê dîn bê kirin û ji bo axaftinê destûr nedabin te, tiştê ku divê tu bikî, divê tu tev li nîqaşan nebî û bi awayekî, xwe ji wê meseleyê/ji wê derê dûr bixî. Lê dema gotin li ser vê meseleyê tu çi difikirî, wê çaxê tu mesûl î ku behsa rastiyê bikî.
Xwedê Teala wiha ferman kiriye:
“Xwedê di kitêba xwe de ev ji we re daxistiye: “Dema we bihîst ku ji bo ayetên Xwedê xwe li nedîtinê datînin û tinazên xwe dikin, heta ku behsa meseleyeke din nekin, bi wan re rûnenên. Hekena hûn ê jî bibin wek wan!” Xwedê dê hemû munafiq û kafiran di cehenemê de kom bike.” (Nîsa, 4/140)
“Dema te ew kesên ku li ser ayetên me gotinên nexweş dibêjin, dîtin, heta ku behsa mijareke din bikin, xwe ji wan dûr bixe. Heke şeytan bide jibîrkirin jî piştî ku hat bîra te, li ba wê civaka ku di nav şaşiyan de ye, rûnenê.
Ji hesabê wan, tiştek nakeve stûyê kesên ku xwe ji şaşiyan diparêzin. Lê (rabûn û çûyîna we) dibe wek bibîrxistinê. Dibe ku ew xwe ji şaşiyan biparêzin.” (En’am, 6/68-69)
“Heke feydeya wê hebe ku tu agahiyan bidî (behsa Qur’anê bikî) wê agahiyê bide[1]
Yê ku rêzê digire wê ji wê agahiyê îstifade bike.
Lê yê neqenc[2] dê xwe ji wê dûr bixe.” (E’lâ 87/9-11)
Ji bo bersiva me ya bi dîmen ji kerema xwe serî li vê lînkê bidin.
www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/allahi-gormezden-gelen-insanlara-karsi-tutumumuz-nasil-olmali.html
[1] Peyva ku wek agahî hatiye wergerandin “zikr” e. Zikir ji bo wê agahiyê tê gotin ku her tim di bîra mirov de ye û ji bo bikaranînê hazir e. ( Bnr: Raxib el-Isfahanî, Mufredat) [2] Di vir de maneya ismê tefdîl nehatiye dayîn. Çimkî qalibê أفعل carinan dibe wek sifetê muşebbehê.