Pirs: Ji ber nexweşiyeke genetik ji 14 saliya min de ye, ez nikarim bimeşim. Ji stûyê xwe pê ve ez nikarim xwe bilivênim. Xwarin û vexwarina min jî bi alîkariya hinekên din e. Kinc û laşê min paqij e. Lê belê tu derfeta min a desmêj û teyemumgirtinê tune ye. Di vê rewşê divê ez çi bikim?
Bersiv: Xweda Teala di Qur’ana Pîroz de wiha ferman dike:
“Xwedê, her kesî bes li gorî hêza wî, wî binbar dike.”[1]
Di mijarên dînî de Xwedê Teala, tiştên ku mirov nikare hilgire ango taqet û hêza mirov nagihêjê li mirov bar nake û mirov jê berpirsyar nagire.
Xwedê Teala di dawiya ayeta ku behsa desmêjgirtinê dike wiha ferman dike:
“Xwedê naxwaze ji we re zehmetiyê derxe; lê belê dixwaze we paqij bike û qenciya xwe li ser we temam bike. Da ku hûn Wî bişêkirînin.”[2]
“Di mijara dîn de Wî tu zehmetî li we bar nekiriye.”[3]
“Li ser koran tu guneh nîn e, li ser seqetan tu guneh nîn e û li ser nexweşan jî tu guneh nîn e.”[4]
Berpirsyariya we, di derbarê tiştên ku hûn dikarin bikin de ye. Ê ku nexweşiyê jî dide Ew e û yê ku ferman jî dike Ew e. Ji ber wî hawî qaweta we bigêhîje çi, divê hûn wî bikin. Li gorî vê, tiştên ku hûn ê bikin wekî ku li jêr hatiye birêzkirin;
Wexta yek li ba we hazir be, bi alîkariya wî hûn ê desmêj bigirin û nimêja xwe bikin.
Ku alîkerê we tune be û hûn bikaribin rûyê xwe bişûn, tenê rûyê xwe bişûn û nimêja xwe bikin.
Ku hûn nikaribin rûyê xwe bişûn, bi axeke ku li pêşiya we wê bê danîn, hûn ê teyemum bigirin. Tenê rûyê xwe hûn ê di axê bidin.
Hûn nikaribin wê jî bikin bê desmêj û teyemumê hûn ê nimêja xwe bikin.
Di vê mijarê de di pirtûka “‘Büyük İslam İlmihali” de ev agahî derbas dibe: “Kesê ku destê wî pûç be û nikaribe avê bikar bîne û tu alîkarê wî jî tune bin, dest û rûyê xwe dê di axê bide û teyemum bigire. Eger dest û milên wî jêkirî bin, sirf dê rûyê xwe di axê bide û teyemum bigire. Şayed ku rûyê wî birîndar be, wê bê teyemum limêj bike.”[5]