Fetwayen Kurdi
Ma cezayê kesê ku teşwîqa dizî û mêrkuştinê bike çi ye?

Ma cezayê kesê ku teşwîqa dizî û mêrkuştinê bike çi ye?

Pirs: Di dînê me de cezayê dizî û mêrkuştinê xuya ye. Lê belê eger yek teşwîqa yekî din bi bal diziyê ve bike, dê cezayê wî çi be? Yanî yê ku teşwîqa diziyê bike cezayê destjêkirinê lê tê birîn an na?

Bersiv: Alîkariya ji bo kirina sûcekî dereceyên wê yên cuda hene û di wêjeya huqûqê de jê re tê gotin “hevpariya sûc”. Bi awayên cuda sûc çêdibin û pêk tên. Mîna sûcê bi çen kesan re tê kirin, meriv bi yekî bide kirin, alîkariya bi kesê ku sûc dike û hwd. li gorî rewşa wan hin ceza li wan tê birîn. Mîna di kuştina yekî de dema çend kes bi hev re yekî bikujin, ji bo her yekî ku hevparê wê kuştinê ye, di navbera zanyarên Îslamê de tifaq heye ku cezayê qisasê li tevan tê birîn.[1]

Hukmê ayeta di derbarê pîreka Hezretî Lût de “…Bêguman ew ezabê ku dê bê serê wan, teqez dê bê serê wê jî.” (إِنَّهُ مُصِيبُهَا مَا أَصَابَهُمْ)[2] di mijara hevpariya sûc de mînakeke girîng e. Ji ayetên têkildar mirov dikare bibêje ku gelê Hezretî Lût (s.a.w) ji ber ku di jiyana xwe de rêya hevezayendiyê-lîwatayê dipejirandin.[3] Ji ber vê yêkê mirov dikare bibêje ku ev helwesta wan bi hindikî be jî dibe sedem ji bo wendabûna nesla însên, eger îfadekirin ne şaş be, ji ber ku li hember mirovatiyê sûcê nijadkujiyê kirine, Xwedê Teala ew ceza kirine. Û tê fêhmê ku pîreka Hezretî Lût ji ber ku pîrek e, sûcê ku zilaman dikirin, nikare bike. Ma ku alîkariya wan kiribe, ji wan re cih temîn kiribe yan jî ji ber sûcê ‘ezimkirinê, heman ceza heq kiribe.

Di meseleya diziyê de dema tometa birayên Hezretî Yûsuf bi diziye tê kirin û ji wan re tê gotin “…Gelî karwaniyan! (Rawestin) birastî we dizî kiriye.” (أَيَّتُهَا الْعِيرُ إِنَّكُمْ لَسَارِقُونَ)[4] wan ev tometa han qebûl nekirin. Ji ber vê yêkê ji ayetên paş tê fêhmê ku tiliya wan di diziyê de tune bûye. Lê belê tometkirina hemî birayan bi diziyê û bikaranîna “hûn dizin” (سَارِقُونَ) bi forma pirjimariyê balkêş e. Dema mirov ji vê xalê hereket bike û bi sawa ku bêsûcûya birayan dernekeve holê, mirov dikare bigihêja encama ku her birayek di wê diziyê de hevpar e. Di vê mijarê de hin nirxandinên din jî hene. Mesela li gorî Îmam Ebû Henîfe, eger yek rahêje malekî ku li cihekî starkirî ye û bide hevalê xwe û ew jî mal ji wî cihê derxe, li herduyan jî cezayê destjêkirinê nayê birîn.[5]

Sîstema tesbîta cezayan ya ku Qur’ana Pîroz daniye meydanê, wekî teraziyeke ku mirov pê zêr bipîve. Yanî di tesbîta cezayan de dengeyek pir hesas heye. Ji ber vê yekê ji bo tesbîta cezayekî dadmend, divê mirov bi hûr û kûrê sûc bizanibe. Yanî ne krîterek bi tenê, belbî hebûna çend qistasan dikevin dewrê. Mesela di tesbîta sûc de mebesta fail, wesfê wê, kîjan mafan îxlal kiriye û mîna şeklê kirina sûc û hwd.

Di encamê de eger mebesta we ji gotina teşwîqa bi bal sûc ve, sirf alîkariya bi devkî be û rasterast tu hevpariya wî di kirina sûc de tune be, mirov dikare bigihêje encama ku ew û xwediyê sûc ne di heman teraziyê de ne. Ji ber vê yêkê heman ceza lê nayê birîn. Lê belê di vê rewşê de da ku mirov bikaribe tesbîta cezayekî bike, pêdivî bi hin zanabûnên zêde û hûrikê meseleyê heye. Eger em di çarçoveya ayeteke bi mijara me re têkildar e bersivê bidin “Kî jî neqenciyekê bike, vêca ew bi wê tenê tê cezakirin û li wan stemkarî nayê kirin.”[6]

Ji bo tesbîta cezayekî munasib, di serî de divê mirov “sûcê ku kiriye (جَاءَ بِالسَّيِّئَةِ) bibîne.

Amadekar: Suat ERDOĞAN



[1] Îbn Qudame el-Muxnî, XI, 490; Zuhaylî, el-Fiqhu’l-Îslamî we Edilletûh, VI, 235 û dewama wê; Ebû Zehra, el-Cerîme, 299; û benda. 37’an ji TCK.

[2] Hûd, 11/81 Wekî din bnh. ‘Eraf, 7/83.

[3] Bnh. ‘Eraf, 7/81, 82; Hicr, 15/70, 71, 72 15.71*************.

[4] Yûsuf, 12/70.

[5] Kasanî, Bedaiu’s-Sanai‘, VII, 66.

[6] En‘am, 6/160.