Pirs: Mêrê min endezyarê avahiyan bû. Di encamê qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Ji ber vê yekê hin projeyên wî yên nîvcî man. Ji hin muşteriyan bedêla karê xwe girtiye û xanî teslîmî wan nekiriye û hinên din jî xanî teslîmî wan kiriye, lê belê bedêla wan nestendiye. Hin deynên mêrê min ên beriya zewacê jî hebûn û piştî wefata wî ez jê agahdar bûn. Pirsa min ya yekem: Ji ber wefata wî tu mafê însanan di stûyê wî de heye yan an? Ya duyem: Ez agahdar bûm ku bavê mêrê min digel ku hal û wextê wî baş e jî dê reda mîratê bike. Ji aliyê dinî ve ew, bi helwesteke wiha ji dayina deyn rizgar dibin û ma mafekî wan î wiha heye yan na? Ya sêyem: Dema mêrê min li heyatê bû min hemî zêrên xwe dabûyê. Ji ber vê yêkê eger heqekî min li mêrê min mabe, divê ez çi bikim? Ez mamoste me, şayed ji niha heta teqawidê ez nîvê meaşê xwe jî di ber deynên mêrê xwe de bidim, dîsa jî deynên wî xelas nabin.
Bersiv: Bersiva pirsa we ya yekem: Bi mirinê, mêrê we ji deynên xwe xelas nabe. Mal û serweta wî ya heye dê di navbera deyndêrên wî de bê belavkirin. Mîna 100 lireyê deh kesan lê ye û malê wî yê mayî 50’î lire be, her yek dikare encax nîvê deynê xwe bistîne. Ji vê pê ve doza tiştekî din nayê kirin.
Bersiva pirsa we ya duyem: Tu kes ne mecbûr e ku deynê yekî din bide. Lewra deyn derbasî zimeta mîratxweran nabe. Bi vê sedemê, ne hûn û ne jî bavê wî, ji dayina deynên wî, ne berpirsyar in. Lê belê li gorî qanûna ku îro li Turkiyê dimeşe, eger hûn mîratê red nekin, deyn derbasî zimeta we dibe û divê ku hûn wan deynan bidin. Bi vî sedemî, mafê eqrebayên mêrê we heye ku reda mîratê bikin. Û her wiha hûn jî dikarin mîratê red bikin.
Bersiva pirsa we ya sêyem: Eger we hemî zêrên xwe diyarî mêrê xwe kiribe, tiştekî ku bê kirin tune ye. Na eger we bi deyn dabe, hûn jî dibin yekî ji wan deyndêran. Dema hûn heqê xwe lê helal bikin, ji deynê we xelas dibe û hûn dibin xwediyê xêra xwe.