Fetwayen Kurdi
Ji bo jiyana dînî ma hewcedarî bi şevên qendîlê tuneye?

Ji bo jiyana dînî ma hewcedarî bi şevên qendîlê tuneye?

Pirs: Min nivîs û pirs-bersivên we yên di derbarê şevên qendîlê de xwendin. Ez dixwazim vê pirsê ji we bikim. Niha mirov bawer dikin ku şevên qendîlê, şevên pîroz in. Ji ber vê jî di wan şevan de mizgeft bi însanan tije dibin. Eger em rastiya meseleyê ji van însanan re bibêjin, kesên ku bi wesîleyekê salê carekê hatine mizgeftê, dê ji binî ve neyên. Ma ev dê nebe sebebê ku rewşeke hîn xeternaktir derkeve holê? An jî da ku em van şaşî û çewtiyan sererast bikin, divê em çi bikin?

Bersiv: Di nivîsa bi sernavê “Recep Ayı Hakkında Uydurulmuş Hadisler” îşaret bi bal pirsa we ve hatiye kirin û wiha hatiye nivîsandin:

Pêkan e ku hin hizrên bi vî awayî “Ev hedîs, da ku teşwîqa (terxîba) Misilmanan bi bal karê rind ve bike hatine gotin. Gelek mirovên ku di demên normal de bîra rêya mizgeftê nabin, di van roj û şevan de pêl bi pêl diçin mizgeftan, tobe û bexşandina xwe dixwazin û nimêj dikin. Ma niha hûn dibêjin ku ev hedîs mewdû‘ in û divê ev tiştên ku mirov dikin jî biterikînin?” werin ber hişê mirov. Bêguman mirov tobe û daxwaza bexşandinê ji Xwedê bike, nimêj bike û rojiyê bigire, biçûk nayê dîtin. Terikandina van jî tu mirovê Misilman daxwaz nake. Lê belê hebûna kesên ku bi fezîleta rojan ewle dibin û di rojên din de dîn, bawerî û kirina ‘emelan ji bîr dikin wekî rastiyeke ku nayê weşartin li pêşberî me ye. Ji sedemên sereke ku berê însanan dide van ramanên şaş yek jê jî, ev hedîsên mewdû‘in. Di vê mijarê de Mamoste M. Yaşar Kandemir wiha dibêje:

“Hedîsên terxîbê, mîna ku tê gumankirin her gav berê Misilmanan nedaye ku dunyayê îhmal bikin û bi ‘îbadetên nafîle re mijûl bibin, heta gelek caran –wekî ku Hezretî Pêxember ji encama wê bi tirs bû– bûye sedemê ku ew ‘îbadetên xwe yên ferz îhmal bikin. Ma jixwe “Nizanim di kîjan wextê de bi kirina du rik‘et nimêj temamê gunehan tên bexşandin, êdî çi hewcedarî bi kirina pênc wext nimêjê, bi girtina rojîya mehekê, çûna hecê û dayîna zaketê heye. Madem bi kirina du rik‘et nimêj hemû guneh tên bexşandin, ma çima mirov li gorî dilê xwe nejî û enwai muherremat (her cureyên heraman) neke. Ma bi kirina du rik‘et nimêj, dan bexşandina van pîsîtiyan her gav ne guncav e? Em di navbera gotina kirina du du rik‘et nimêj ji bo rizgariya ji qebehetên adî, heta ji bo xelasiya ji curmên şenî‘ (zişt) têr dike û îlankirina ku bingehên dînî û rewiştî pûç û bê esas in tu cudahiyê nabînin.”

Di bersiva pirsa kesên ku dibêjin “Digel ku bid‘et li dijî ruhê Îslamê ye, ji aliyê Xwedê û Qasidê Wî ve hatine qedexekirin jî car caran di hin çînên civakî de dibin wesîle ji bo ku hestên olî bijîn û li piya bimînin; ji vî aliyî ve ma ne lazim e ku bi xweşbînî were dîtin?” Mamoste Hayrettin Karaman wiha dibêje:

“Terikandin û jibîrkirina Îslamê bi awayê bawerî, ‘îbadet, pergal û exlaqê û bibîranîna wê bi tenê bi rêya bid‘etan, nabe jiyana wê; li berevajî vê dibe mirina wê.  Ji bo jiyandina wê, ne ku bid‘etên jê re biyanî ne; li dijraberî vê divê ku bingehên Îslamê werin vejandin.

Ne Îslam, ji bo jiyandina hestekî dînî yî razber hewcedarî bi rewackirina bid‘etan tuneye. Lewra ew, hestekî xwezayî ye.”

Ji bo xwendina temamê nivîsê ji kerema xwe re serî li navnîşana jêr bidin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/kandil-geceleri/recep-ayi-hakkinda-uydurulmus-hadisler.html