Pirs: Hukmê lixwekirina cewşen, berbejin an jî tiştên mîna wan, di Îslamê de çi ye?
Bersiv: Cewşen, bêjeyeke ji zimanê Farisî tê û di ferhengê de bi mena “zirx” û “cilên cengê” ye. wekî têgehekê -di çavkaniyên Şî‘a de-, navekî hevpar e ji bo metnê du duayên jihev cuda ku bi Cewşenî Kebîr (Cewşena mezin) û Cewşenî Sexîr (Cewşena biçûk) tên naskirin û bi rêya ehlibeyt bi bal Pêxember (s.a.w) ve, tê spartin.[1]
Cewşen di esasê xwe de ne di çavkaniyên Ehlisunet de, belbî di yên Şî‘a de tê dîtin. Ev duayê tê angaştkirin ku ji Pêxemberê me (s.a.w) hatiye riwayetkirin, di tu pirtûkên hedîsê de derbas nabe. Riwayetên ku dibêjin Pêxemberê me, ew xistiye stûyê xwe yan jî bi stûyê sehabiyan ve daye daliqandin, yek ji wan jî ne rast e.
“Qismek ji Cewşenî Kebîr di nesan de derbas dibe, ji aliyê mena û naverokê ve ji metnekî ku ji hin bêje û hevokên ku meriv bi wan bi bal Xwedê Teala ve dua û munacatê dike pêk tê û tê dîtin ku duakirina bi metnên wisa ji aliyê jiyana olî ve, heq dike ku meriv wan tewsiye bike û di spartina wan bi bal Xwedê Teala ve, tu mehzûrek tune ye. Lê belê, ya ku bi navê Cewşenî Kebîr tê zanîn û ji Mûsa el-Kazim bi jor de bi rêya Îmaman bi bal Pêxember ve tê spartin û mîna hedîsê tê riwayetkirin ya nêzî paz deh rûpelan e, rastiya wê ne pêkan e. Lewra ev metnê han, ne mîna bûyereke, hikayeke ku tê zanîn an jî bûyereke dîrokî ku tê vegotin, ne mîna metnên ku di zihna însên de bi hêsanî tên girtin, bi awayekî cuda her bêje û hevokên vê bi diqeteke mezin bên jiberkirin û dubarekirin, girtina ji Pêxember û riwayetkirina wan, meriv dikare bibêje ku ne pêkan e. Ji ber ku ev dua di kuliyatên hedîsê yên Ehlisunet de nabore, di heman demê de tunebûna wê di kutubê erbe‘e çavkaniyên sereke yên Şî‘a de û sirf hebûna wê di hin kulliyatên dua yên asta duyem de piştgiriyê dide vê nerînê.”[2]
Dua, ne ji bo ku meriv wê têxe stûyê xwe, belbî ji bo ku meriv pê li ber Xwedê bigere û lava bike tê hînkirin û nivîsandin. Di hundirê Cewşenê de zikir û duayên xweş hene. Lê belê, baweriya bi xurafeyan û ji bo hêviya tiştên tu esil û fesil ji wan re tune ne, meriv wan bixwîne û bi xwe re bigerîne, ne caiz e.
Di dua de tiştê bingehîn, ne ku meriv wê têxe stûyê xwe, belbî divê ku meriv bi awayekî xalis li ber Xwedê Teala bigere. Pêxemberê me jî (s.a.w) wiha kiriye. hedîsên têkildar wiha ne:
Li gorî ji Ebû Seîd (x.j.q) hatiye ragihandin, wî wiha gotiye:
“Qasidê Xwedê (s.a.w) ji bo parastina ji nezerê û xerabiya cinan, xwe dispart Xwedê û dua dixwendin. Dema sûreyên Feleq û Nas ên bi navê sûreyên muewwîzeteyn, daketin, dev ji duayên berê berda û dest bi xwendina van herdu sûreyan kir.”[3]
Hezretî Eyşe (x.j.q) vedibêje:
“Pêxember (s.a.w) her şev dema dikete nav nivînên xwe, pir dikir destên xwe (sûreyên) Feleq, Nas û Qulhûwellah (Îxlas) dixwendin, destên xwe di rû û laşê xwe dida û vî tiştê han sê caran dubare dikir. Dema ku nexweş biketa jî fermana kirina heman tiştan ji min dikir.”[4]
[1] Mehmet Toprak, “Cevşen”, Ansîklopediya Îslamî ya Weqfa Dîyanetê (DİA), Stenbol 1993, VII, 462.
[2] Mehmet Toprak, “Cevşen”, Ansîklopediya Îslamî ya Weqfa Dîyanetê (DİA), VII, 463.
[3] Tirmizi, Tib, 16; Îbn Mace, Tib, 33.
[4] Buxarî, Fedailu’l-Qur’an, 14, Tib, 39, De‘awat, 12; Muslim, Selam, 50; Tirmizî, De‘awat, 21; Ebû Dawûd, Tib, 19.