Pirs: Bavê min mala xwe firot yekî û ji zilam wesayitek kirî. Lê belê, mal sirf li ser kaxiz hat firotin. Yanî li Daîra Tapoyê nehat qeydkirin. Piştî ku bavê min ji dinyayê koç kir, bi rêya fermî mala firotî ji min û diya min re ma. Ev nêzî 12’e salan e ku em ji mecbûrî aîdat û baca wê didin dewletê. Lewra xanî di fermîyetê de li ser me ye, encax di rastiyê de ne xaniyê me ye. Ji bo em xwe bigihînin xwediyê xanî, ev çend sal e ku em hewl didin. Hin dibêjin “ji welêt reviya ye” hin kesên din dibêjin “mirî ye.” Ne eqreba ne jî yekî wî yê nêz heye. Em nizanin bê ka em ê çi bikin. Dayina aîdat û bacê jî me dixe rewşeke zehmet. Eger em xanî bifiroşin, bi wî pereyî çi bikin, an jî gelo firotina me, durist e? Em bibêjin ku me firot, tiştê para me ye (ew aîdat û bacên heta niha me dane) em jê hilênin, bi yê mayî divê em çi bikin? Eger em pereyan di hesabê Bankekê de razênin, dema xwedî lê dernekeve di hundirê 10 salan de Banka Merkezî dê dest bide ser. Li ber çavan em, pereyê zilan têxin destê Banka Merkezî jî ne tiştekî baş e. Şayed, li Bankê ranezênin û li ba xwe hilênin, ew jî rewşeke xeter e. Di vî halî de divê em çi bikin?
Bersiv: Di kirîn û firotinekê de wezîfa firoşker teslîmkirina mal e û ya bikir jî ku teslîm bigire. Li gorî ku ji pirsê tê fêhmê bikir, xanî/xeyrîmenqûl teslîm negirtiye. Lewra teslîmkirin û teslîmgirtina wî, bi rêya tapoyê pêk tê.
Mîna ku di pirsê de hatiye qisekirin, mirov eger bi salan dernekeve holê, malê xwe teslîm negire û lê xwedî dernekeve, digel ku lê digerin, lê belê nagihêjin wî yan jî yekî ku mafê wî yê teserufkirina di malê wî de heye û ev rewş bibe sedem ji bo mexdûriyeta firoşker, mirov dikare wiha hereket bike: Mirov ‘eqdê/bazarê betal bike û pereyê ku bikir ji bo xanî dabû bi qîmeta wê çaxê muhafeze bike heta demeke muhtemel be ku bikir derkeve/bê dîtin. Piştî derbasbûna wê demê jî eger bikir neyê dîtin, li ser navê wî di rêya xêr û xêratan de dê bê xerckirin.
Prof. Dr. Servet Bayındır