Fetwayen Kurdi
Hukmê ewladgirtina zarokê/a hêj nû hatiye dinyayê, çi ye?

Hukmê ewladgirtina zarokê/a hêj nû hatiye dinyayê, çi ye?

Pirs: Ji aliyê Îslamî ve, hukmê ewladgirtina zaroka/ê hêj nû hatibe dinyayê çi ye? Gelo ew zarok dibe wekî zaroka mirov a rastîn û ew jî jê re dibin dê û bav?

Bersiv: Di dema cahiliyê de li ba Ereban ewladgirtina zarokan, adetek belavbûyî bû û pir dihat dîtin. Zarok, mîna zarokê heman dê û bavî dihat hesibandin. Dema ku bavê vî bimira jî dibû xwediyê mîrata mayî. Îslam ew rewşa han ji holê rakir. Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz de wiha ferman dike:

…û zirkurên we jî ji we re nekirine wekî kurên we yên rastîn! Bi bavê wan gazî wan bikin. Ev, li cem Xwedê dadmendtir e. Vêca eger hûn bavên wan nizanibin, ew birayên we yên dîn û dostên we ne.”[1]

Di ola Îslamê de ewladgirtin hatiye qedexekirin. Encax, mezinkikirina zarokên bêkes, pir bi xêr e. Lê belê, divê mirov pir bala xwe bide van tiştên li jêr:

1 – Divê zarok bizanibe ku ew kesên wî xwedî dikin û lê xwedî derdikevin ne dê û bavê wî yên rastîn in.

2 – Piştî mirina wan, zarok nabe xwediyê tu mîratê, encax bi rêya wesiyetê zarok dikare pareke diyar ji mîratê bigire. Ew jî eger mîratxwerê mirî hebin divê wesiyet, ji sêyeka mal ne pirtir be.

3 – Pêwîst e ji bîr neke ku, ew yekî xerîb e û van kesan lênerîna wî dane ser xwe. Kur dibe yan jî keç dibe, tu cudatiya wan ji mirovên xerîb ên din tune ye.

Eger zarok hêj nû hatibe dinyayê were ewladgirtin û ji aliyê pîrekê we bê şîrdayîn, wê gavê pîrek dibe diya wê/î ya şîr. Di vê rewşê de xerîbtiya di navbera wan de herçiqas ne ji her aliyî ve be jî lê belê ji aliyê zewacê êdî tu xerîbtî di navbera wan de namîne û li hevdu heram dibin.

Xwedîderketina li zarokên bê dê û bav û mezinkirina wan bi riayeta rê û rêbaza rast wekî ku me got, karekî pir mezin û bi xêr e. Di vî warî Pêxember (s.a.v) wiha ferman dike:

Kesê li sêwiyekî binihêre û wî biparêze, di cenetê de wekî tilîya şehadetê û ya navîn em ê nizî hev bin.”[2]



[1] Ehzab, 33/4-5.

[2] Buxarî, Edeb, 24; Muslim, Zuhd, 42.