Fetwayen Kurdi
Ma divê em hedîsa “Kesê ku dînê xwe guhert serê wî jê bikin” çawa fêhm bikin?

Ma divê em hedîsa “Kesê ku dînê xwe guhert serê wî jê bikin” çawa fêhm bikin?

Pirs: Li gorî tê bîra min hûn di pirtûkeke xwe de wiha dibêjin: “Di babetê kuştina kesên ji dîn derketine hemî mezheban tifaq kirine û ev jî tiştekî xerîb e”. Lê belê li gorî lêkolîna min ya di Kutubê Sitte de bi hindikahî li gorî rewşa li jêr kesê ji dîn derkeve tê kuştin û nerîna mezheban di vê mijarê de rast e. Lewra hedîs mîna şîroveya Qur’anê ne. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku mezheban biryareke rast dane. Gelo nerîneke we di vê mijarê de heye? Hûn dikarin vê meseleyê şîrove bikin? Yek ji Hedîsên têkildar wiha ye: Zeyd kurê Eslem (x.j.q) dibêje: “Qasidê Xwedê (s.a.w) gotiye ku: “Kesê ku dînê xwe guhert serê wî jê kin.” Îmam Malik, vê hedîsê di Muwetta xwe de di behsa Eqdiye 15, (2, 736) bi cih kiriye û di derbarê wê de vê şîroveyê peşkêş dike: “Mena vê hesîdê wiha ye: “Kesê ku ji Îslamê derkeve û têkeve dînê zindiqî û yê mîna vê, dema ev tişt lê xelebe bike tê kuştin. Kesê wiha, teklîfa tobekirinê lê nayê kirin. Lewra nayê zanîn bê ka birastî tobe kiriye yan na. Lewra wan beriya (xelebê) kufra xwe vedişartin û muslumantiya xwe didan nîşandan. Kufra yên mîna wan, eger bi delîlê bê îsbatkirin jî ez vexwendina wan a bi bal tobekirinê ve munasib nabînim, (eger tobe bikin jî divê ku neyê qebûlkirin.)”

Bersiv: Hedîsên Pêxember (s.a.w), ehkamên ku Xwedê Teala di Qur’anê de gotine, -lê belê hinekên ku di dîtina wan de em zehmetiyan dikişînin-, taybetmendiyên wan ji me re aşkere dikin û di her mijarê de ji me re dibin mînak. Ji ber vê yekê hedîs, ji bo têgihiştina Qur’anê çavkaniyeke girîng e.

Lê belê mîna ku ji her kesî ve malûm e, hedîsên mewzû-derewîn jî pir in û hinek ji wan bi sedemên siyasî yan jî bi hin sedemên din, ketine pirtûkên hedîsê yên sehîh. Ji vê bonê kesê alim divê ku pir bi hezir be, ji bîr meke ku hedîs bi Qur’anê ve girêdayî ne û bi awayekî ku bi Qur’anê re yekîtiyekê çêbike li wan bê nerîn. Eger mirov wiha neke, mîna ku di mijara kesê ji dîn derkeve divê bê kuştin, dê hedîs têkeve rewşa ku hukmê Qur’anê ji holê radike.

Di vê mijarê de hukmê Qur’anê pir aşkere ye. Ji vê bonê ne pêkan e ku hedîseke li dijberî vê hebe. Heta di hedîsa ku we di pirsa xwe nivîsandiye de pirsgirêkên mezin hene. Mîna riwayeta “Kesê dînê xwe biguherîne wî bikujin.” bi gelemperî ye. Cezayekî girîng mîna cezayê kuştinê bi îfadeyeke wiha nayê dayin. Wê demê yên xeyrimislim jî dema misilman dibin ji ber ku dînê xwe diguherînin divê ku ew jî bên kuştin. Bi vê sedemê ye ku Îmam Malik, ji mecbûrî dibêje: “Mena vê hedîsê ev e: “Kesê ku ji Îslamê derkeve û têkeve dînê zindiqî û yê mîna vê, dema ev tişt lê xelebe bike tê kuştin.”

Ev, daxuyaniya Îmam Malik e û bi tu awayî nabe ji eslê hedîsê.

Eger em bibêjin di hedîsê de tu pirsgirêk tune ye jî li hember hukmên ayetan ên aşkere, dîsa jî mirov nikare hukmê kuştinê bide. Çawa ku me li jor jî îfade kiribû eger em bibêjin hukmê kuştinê tê derxistin, ev tê mena ku hedîs ayetê nesix dike û xuya ye ku tiştekî wiha tu car nayê qebûlkirin.

Ji bo dîtina rêgeza me di babetên wiha de em hêvî dikin ku nivîsa me ya bi sernavê “Nesh ve Recm Cezası” ji pirtûka ku we behsa wê kir (Kur’an Işığında Doğru Bildiğimiz Yanlışlar) dê bi feyde be.

Ji bo xwendina nivîsa têkildar, ji kerema xwe re serî li lînka jêr bidin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/nesih-ve-recim-cezasi.html