Pirs: Digel ku min zanibû heram e jî min bi hevalekî xwe re hin tişt kirin. Em li zewacê difikirin. Di zewaca xwe de gelo em ê cezayê van tiştan bikişînin? Divê em çawa tobe bikin?
Bersiv: Di dînê me de zilam û pîreka ku dikarin bi hev re bizewicin, heta ku nîkaha wan nehatibe birîn, jihev re biyanî tên qebûlkirin. Ji ber vê yekê dostikgirtin, hevaltî û hwd. ji hemî tiştên ku meriv nêzî zinayê dikin, hatine qedexekirin. Xwedê Teala wiha ferman dike:
“Nêzîkî zinayê mebin. Lewra ew, karekî pir kirêt û rêyeke pir pîs e.”[1]
“Ji zilamên bawermend re bibêje: bila çavên xwe (ji heramiyê) bigirin û cihên şermegeha xwe biparêzin…”[2]
“Ji jinên bawermend re bibêje: Bila çavên xwe (ji heramiyê) bigirin û cihên şermegeha xwe biparêzin…”[3]
http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/bir-erkegin-kiz-arkadasi-olabilir-mi.html
Eger hûn soz û peymaneke teqez bidin Xwedê, tobe bikin û heta zewaca xwe hûn ji hevdu dûr bisekinin, Xwedê jî dê we bibexşîne. Xwedê Teala wiha ferman dike:
“Lê belê ew ên ku piştî vê, tobe bikin û rewşa xwe rast û durist bikin, ew cuda ne. Vêca birastî Xwedê gunehjêbir e, dilovîn e.”[4]
“… lê belê yê ku tobe bike, bawerî bîne û karê qenc bike, ew cuda ye. Xwedê gunehên wan bi xêran diguherîne. Xwedê gunehjêbir e, dilovîn e.
Kî ku tobe bike û kar û kiryarên qenc bike, bêguman ew ê bi tobeyeke meqbûl li Xwedê vegere.”[5]