Fetwayen Kurdi
Ma gotina “Limêj, mîraca kesê bawermend e” hedîs e?

Ma gotina “Limêj, mîraca kesê bawermend e” hedîs e?

Pirs: Ma gotina “Limêj, mîraca kesê bawermend e” hedîs e? Eger hedîs be jî gelo sehîh e?

Bersiv: Gotina “Limêj, mîraca kesê bawermend e” herçiqas ji aliyê maneyê ve rast be jî di çavkaniyên hedîsê de cih negirtiye û wekî gotineke ji Pêxember (s.a.w) nehatiye tesbîtkirin.

Ev gotin, di tefsîra Fexruddîn Razî û ya Alûsî de dibore. Razî, herçiqas vê gotinê bi awayê hedîsê neqil bike jî lê diyar nekiriye ku ji kê ragihandiye û di kîjan çavkaniyê de derbas dibe.[1]

Pêxemberê me (s.a.w) di hedîsekê de diyar kiriye ku bende, di halê secdeyê de herî zêde nêzî Xwedê ye. Ev, bi awayê bawermendê ku limêj dike manen gihaştiye mîracê, hatiye şîrovekirin.

Ebû Hureyre (x.j.q) dibêje: Qasidê Xwedê (s.a.w) ferman kiriye ku:

Bende, herî zêde di halê secdeyê de nêzî Xwedê dibe. Nexwe, di secdeyê de gelek dua bikin.”[2]

Ev hedîs, hukmekî rast e ku ji vê ayetê “…Ji Xwedayê xwe re here sicûdê û xwe nêzî Wî bike![3] hatiye derxistin.



[1] Bnh. Fexruddîn Razî, et-Tefsîru’l-Kebîr, I, 226; Alûsî, Rûhu’l-Meanî, X, 453, Tefsîra ayeta 74’an ji sûreyê Tewbe.

[2] Muslim, Selat, 215, (482); Ebû Dawûd, Selat, 152.

[3] ‘Eleq, 96/19