Fetwayen Kurdi
Ma “Di hezkirina xwe de bi endaz be, di buxza xwe de bi endaz be”, hedîs e?

Ma “Di hezkirina xwe de bi endaz be, di buxza xwe de bi endaz be”, hedîs e?

Pirs: Ez dixwazim di derbarê gotineke ku pir caran di we‘zan de em dibihîzin, bipirsim: “Ê tu jê hez dikî, bi endaz jê hez bike, dê rojekê bibe neyarê te; razê te derxe derve. Ê tu jê diqehirî jî bi endaz biqehire, dê rojekê bibe dostê te; tu yê ji gotinên xwe fedî bikî.” Gelo ev gotin, hedîs e? Eger hedîs be jî ma hûn dikarin çavkaniya wê diyar bikin?

Bersiv: Li gorî ku ji Ebû Hureyre (x.j.q) hatiye ragihandin, wî wiha gotiye:

Di hezkirina (yarê) xwe de bi endaz be, dibe ku rojekê bibe neyarê te. Ji yê ku tu buxz dikî jî bi endaz biqehire, dibe ku rojekê bibe dostê te.”[1]

Tirmizî: “Ev hedîs, xerîb e (ango hedîsa ku rawiyê wê, di tebeqeyek an jî çend tebeqeyên senedena wê de bûbe yek.) Em wê bi tenê bi vê senedê û bi vî awayî dizanin. Ji bilî ya ku Eyyub bi rêya Hesen kurê Ce‘fer, bi senedeke din jî hatiye ragihandin. Hedîsa ku wî bi seneda ji rêya ‘Elî ragihandiye, zeîf e. Riwayeta sehîh ya vê hedîsê, riwayeta ku bi rêya ‘Elî bi awayê mewqûf (gotina ku nagihêje Pêxember, belbî li Sehabî disekine) hatiye ragihandin e.”

Ev riwayet, dema bi ayeta li jêr bê nirxandin, bêhtir dibe watedar:

Qencî û xerabî nabin wekhev. Tu xerabiyê bi helwesta herî spehî, dûr bixe. Wê çaxê (tu dê bibînî) ku kesê di navbera te û wî de neyartiyek heye, wa bûye dostekî germ û nêzîk.”[2]



[1] Tirmizî, Bir we’s-Sila, 60.

[2] Fussîlet, 41/34.