Pirs: Tê angaştkirin ku Îmam Ebû Henîfe sînorê karkirinê bi sedî ji sed, sînor kiriye. Tê gotin ku “Li gorî Ebû Henîfe, ku mirov di malekî de çi di firotinekê de çi jî di çend firotinan de bi temamî ji sedî sed zêdetir kar bike, ne caiz e.” Di heqê vê yekê de hûn nabêjin çi?
Bersiv: Îman Ebû Henîfe, tu sînorekî xuyakirî ji bo karkirinê tesbît nekiriye. Mijara ku behsa wê tê kirin, ne di mijara sînorê karkirinê de ye. Belbî di derbarê murabeheyê (firotinên bi kar) de ye. Firotina murabehê ev e: Ku mirov bihayê kirîna mal an jî bi çi li ser mirov bûye mal û kara xwe jî têxe ser û bihayê wî bide bikir. Kurteya gotinên Ebû Henîfe di vê mijarê de wiha ye:
Kesê malekî ku bi deh lîreyan kirîbe û bi bîstî bifiroşe, piştre heman malî bi deh lîreyan bikire ew mal bi belaşî dikeve destê wî. Malê ku maliyeta wî sifir be, bi rêya murabehê %10, % 20 bi karê bifiroşe, ne pêkan e. Lewra sifra ji % 10’ û ji % 20’tan, sifr e. Bi vî sedemî Îman Ebû Henîfe dibêje ku di rewşeke wiha de firotina bi rêya murabehê nabe. “Lewra di firotina murabehê de karkirin parçeyekî ji bihayê mal e.”[1] (Yanî malê ku cara duyem kiriye bi belaşî ketiye destê wî. Ji ber vê yekê cara duyem heman malî bi rêya murabehê nikare bifiroşe.)
Li hember vê, Îmam Ebû Yûsuf û Îmam Muhemmed dibêjin ku em, kirîn û firotina cara yekem nakin hesabê. Ji ber ku vî kesî heman mal careke din bi deh lîreyan kiriye, wê demê para murabehê li ser van deh lîreyan tê hesabkirin. Ne li ser bihayê kirîna cara yekem.[2]
Ji ber vê yêkê nerîna Îmam Ebû Henîfe ku dibêje bi awayekî wiha murabehe pêk nayê, ne rast e ku mirov wê bi sînordayina ji bo karkirinê re levlihev bike, yanî şaş bike. Şayed ev kesê han, vî malî ne bi rêya murabehê belbî bi bazarkirinê, yanî bê ku bihayê mal an jî maliyeta wê bibêje, dîsa bi 20 lîreyan bifiroşe, li gorî Îmam Ebû Henîfe, tu mehzûra wê tune ye.