Pirs: Gelo pevrebûna bi nîkaha dînî û zewacên duyem tiştekî rast e?
Bersiv: Qur’ana Pîroz, destûra zewaca bi çar jinan re ji bo kesên bi xwe ewle ne ku dê bi dadmendî tev bigerin, daye. Temamê heq û berpirsyariyên zilam ên li hemberî jina yekem, bo jinên din jî hene. Li Tirkiyê, zewaca bi çend jinan re, hev gav çêbûye.
Di civakên xeyrî muslim de, jiyan û pevrebûna mêr ya bi çend pîrekan re tiştekî belavbûyî ye. Lê dînê Îslamê, jiyan û pevrebûna ne bi rêya zewacê bi awayekî teqez qedexe kiriye û zewac, bi çar jinan sînor kiriye. Heq û berpirsyariyên mêr û jinê tesbît kiriye û xistiye bin parastina qanûnê da ku bibe asteng di pêşiya îstismarkirina pîrekan de.
Îro li welatê me zagonên ku ji civakên rojhilat -ên ku bi sedsalan bi me re ceng kirine û hin jî hewl didin ku me têxin zor û zehtiyan- hatine girtin, di rewacê de ne. Heta ji bo sazkirin û adeptekirina van zagonan li gorî rewşa civakê tu hewladan jî nehatine nîşandan. Wek mînak Zagona Medenî ya Tirkiyê, di sala 1926’an ji Zagona Swîçre ya Federal hatiye girtin û tê de gelek hukum û biryarên bi me û hewceyiyên me re li hev nakin, hene.
Li gorî ku em nikarin Muslumanên li Tirkiyê bikin Fileh û hêza tu kesî nagihijê ku ferman û biryarên di Qur’anê de ne, biguherîne, kes nikare bibe asteng bo destûra zewaca bi yekê zêdetir ya ku Qur’anê destûr daye. Jixwe di roja me de ev, pir belavbûyî ye.
Hejmara kesên ku gava mesele berjewendiyên wan bin xwe oldar nîşan didin, lê dema di aleyhê wan be di ferman û hukmên dîn de xwe li korîtiê dêtînin, nabînin, gelek zêde ne. Jixwe dewlet û zagon, da ku di rewşên wiha de mudaxele bikin û nehêlin zulm û zorî pêk were, hene. Ji ber vê yekê, hewcedariyeke mezin bi sazkirina qanûnê bo zewaca bi ya duyem re, heye. An na jî em ê bi tenê xwe bixapînin û dibe ku fermaneke Îslamê di destên hin kesên ku ji berjewendiyên xwe pê ve tu tiştekî din nafikirin, bibe navgîna zor û zordestiyê.