Fetwayen Kurdi
Ma nimêjkirina li ser mirî û definkirin ji kengî ve heye?

Ma nimêjkirina li ser mirî û definkirin ji kengî ve heye?

Pirs: Şûştina miriyan, limêjkirina li ser wan û definkirina wan ji ku derê derbasî ba me bûye û me mînaktiya van adetan ji ku derê girtine? Gelo ji dema afirandina însên li ser rûyê erdê ve dest pê kiriye û heta roja me dewam kiriye? An ji kîjan pêxemberî hatiye hînkirin?

Bersiv: Dema ji herdu kurên Hezretî Adem, Qabîl birayê xwe dikuje, ji bo definkirina termê Habîl Xwedê Teala di sûreyê Maîde ayeta 31. de behsa şandina qijikê wiha dike:

Vêca dilê wî kuştina birayê wî jê re xweş kir û birayê xwe kuşt. Êdî ew bû ji yên ku xisar kirin.

Xwedê, qijikek şand ku wî bi nikil û lingên xwe ax dikola da ku nîşanî wî bide ku ew ê termê birayê xwe çawa veşêre. (Birayê kujer) got: Xelî li serê min be! Ez nebûm wekî vî qijikî, vêca ku ez cendekê birayê xwe veşêrim. Êdî ew bû ji poşmanbûyan![1]

Mîna ku tê dîtin, bi awayekî aşkere xuya ye ku însanên beriya me, miriyên xwe diveşartin. Ji xeynî vê, em dikarin bibêjin ku şûştina miriyan û limêjkirina li ser wan ji zemanê pêxemberên ewil ve û bi taybetî jî ji dema Hezretî Nûh ve heta niha dewam kiriye. Lewra Xwedê Teala wiha ferman dike:

 “Fermana ku Xwedê li Nûh kiriye, ji bo we kiriye rêk û rêbaza vî dînî. Wehya ku Me ji te re hinartiye, ya ku me li Îbrahîm, Mûsa û Îsa ferman kiriye ev e: Hûn vî dînî li ser piyan bigirin, di vê mijarê ji hev parçeparçe nebin…”[2]

Di suneta Pêxemberê me de jî laşê miriyan tê şûştin, tê kefenkirin û limêj li ser wan tê kirin. Di vê mijarê de suneta Pêxember (s.a.w) -li gori ayeta rojîn- xwe dispêre û digihîne Pêxemberê ewil.



[1] Maîde, 5/30-31.

[2] Şûra, 42/13.