Pirs: Eger mêr, di dema zîfafê de ferq bike ku zara pîreka wî ne saxlem e yan jî qetiyaye, ma dikare daxwaza fesixkirina nîkahê bike yan na?
Bersiv: Naxêr, nikare daxwaz bike. Eger di pêşiya pîrekê (cihê şermegehê) de tiştekî ku bibe asteng ji bo têkilatiyê ji hestî, hebûna parçeyekî goşt an jî perdeya di navbera pêş û paş de ku qetandî be, ev, ji bo pîrekê dibin qusûr. Di halê ku mêr ji ber van tiştan li dadgehê serî bide, di encama tevgera dadgehê li gorî usûleke aşkere, dibe ku biryara fesixbûna nîkahê bê dayin. Tunebûna zara pîrekê, ne ji van qusûran e. Bi sedemê xerabûna zara pîrekê, meriv nikare daxwaza fesxa nîkahê bike.
Bekarbûn herçiqas girîng be jî lê belê dibe ku zara keçikantiyê, bi sedemên curbicur mîna bi qevzandinê, ketinê, xweavitina ji cihekî bilind û hwd. qetiyabe. Ji ber prensîba, heta ya li dijî meriv neyê tesbîtkirin, meriv bê sûc tê hesabkirin, divê were ferzkirin ku zara keçikantiyê bi sedemekî wiha xera bûye û divê mijar di lehê keçikê de were nirxandina. Ne mêrê wê, ne dadgeh û ne jî tu kesekî din nikare bipirse, ka zara te bi çi sedemî xera bûye. Mafekî wiha ji tu kesî re nehatiye dayin.
Pîreka ku bi şertê bekarbe -hinek ji mehrê jê re hatibe dayin- piştre dema bi mêrê xwe re têkeve munasebeta cinsî, kişif bibe ku zara wê ne saxlem e, ji mehra wê tu tiştek nayê kêmkirin.[1]
Tesbîta bekarbûnê encax wiha tê kirin: Dema pîrek angaşt bike ku mêrê wê pê re ranezaye û da ku ji mêrê xwe biqete serî li dadgehê bide, dadger dê binêre; eger zilam di rewşek ku bê dermankirin de be, ji bo dermankirinê dê salekê muhletê bidê û tembîha tedawîbûnê li zilam bike. Eger piştî salekê, pîrek dîsa angaşt bike ku hêj jî mêrê wê pê re ranezaye û zilam jî vê iddayê înkar bike, dê bê nihêrtin; eger pîrek bekar be, kontrola bekarbûnê tê kirin. Ev kontrol jî li ser daxwaza pîrekê tê kirin, da ku biryara veqetandinê bê dayin.[2]