Pirs: Piştî wefata diya min, bavê min zewaca xwe ya duyem kir. Zarok û neviyên xort ên dêmariya me hene. Gelo mehremetiya di navbera me û wan de çi ye? Ma ez dikarim li cem wan servekirî bim?
Bersiv: Li gorî urf û adetan herçiqas ew zirbirayên we bên jimartin jî lê ji aliyê dînî ve ew ji we re helal in û hûn jî li wan helal in. Ji vê bonê ne caiz e ku hûn servekirî li cem wan bisekinin.
Xwedê Teala di ayeta 31’em ji sûreyê Nûr wiha ferman dike:
“Ji jinên bawermend re bibêje: Bila çavên xwe (ji heramiyê) bigirin û cihên şermegeha xwe biparêzin, ji beşa ku xuya dike pê ve -ew ne tê de ye- bila xeml û zîneta xwe dernexin der. Bila çarikên xwe berdin ser sîngên xwe. Bila xişrên xwe ji bilî mêrên xwe, bavên xwe, xezûrên xwe, kurên xwe, kurên mêrên xwe, birayên xwe, biraziyên xwe, xwarziyên xwe, jinên digel xwe, dîlên ku di bin destên wan de ne, ji mêran jî ew ên ketî ku tu pêdiviya wan bi jinan nemaye yan jî ew zarokên ku hêj negihane ku dilê wan biçe deverên veşartî yên jinan, nîşanî tu kesî din nedin. …”[1]
Li gorî vê ayetê xanimeke musluman, bi tenê li cem zilamên ku li jor hatin diyarkirin, dikare serê xwe veke.