Fetwayen Kurdi
Ma hedîseke wiha “Kesê ji Xwedê sebrê bixwaze, wî bela xwestiye” heye?

Ma hedîseke wiha “Kesê ji Xwedê sebrê bixwaze, wî bela xwestiye” heye?

Pirs: Qasidê Xwedê, ji yekî ku ji Xwedê sebir û tebatê dixwaze re dibêje ku: “Ma tu ji Xwedê belayê dixwazî? Pêşî xweşiyê bixwaze.” Ez dixwazim bipirsim ka gelo ev hedîs sehîh e? Ger sehîh be jî divê em çawa fêhm bikin?

Bersiv: Hedîs di Tirmizî de wiha derbas dibe:

Li gorî ku ji Muaz kurê Cebel (x.j.q) hatiye ragihandin, wî wiha gotiye: Pêxember (s.a.w) ji zilamekî bihîst ku wiha dua dike: “Xwedayê min! Ez ji Te, tamamê nîmetê dixwazim.” Li ser vê yekê Qasidê Xwedê wiha jê pirsî: “Temamê nîmetê kîjan e.Zilam got: “Min duayek kir û bi sedem vî duayî, ez hêviya xêrê dikim.” Qasidê Xwedê jî got ku: “Çûna bihiştê û rizgariya ji dojehê, temamê nîmetê ye.”

Dîsa Qasidê Xwedê bihîst ku zilamek dibêje “Ya Zelcelali we’l-îkram!” Li ser vê wiha got: “Deriyê duayê li ber te vebû, daxwaziya xwe bibêje.”

Her wiha Pêxember (s.a.w) bihîst ku zilamek dibêje: “Xwedayê min! Ez ji Te sebir û tebatê dixwazim” Pêxember got ku: “Te ji Xwedê bela (tengasî) xwest. Ji Xwedê xweşî û afiyetê bixwaze.[1]

Tirmizî di dawiya vê hedîsê diyar kiriye ku ev hedîs, “hesen”e. “Hedîsa hesen, herçiqas ji aliyê hifz û zebta rawiyan ve di bin ya sehîh de be jî bi îtibara şertan di asta ya sehîh de ye.”[2]

Eger em vegerin ser mijara ka divê ev hedîs çawa were fêhmê: Şîrovegerên ku ev hedîs rave kirine, gotine ku  sebir encax di demên zor û zehmet de pêk tê, ji lewre gava meriv ne di rewşek wiha de be û ji Xwedê wiha “Xwedayê min! Sebrê bide min” lava bike, ev dê were wateya “Xwedayê min! Min têxe rewşeke zor û zehmet da ku sebir bikim.”

Bi vê hedîsê re eleqedar di şerha Tirmizî Tuhfetu’l-Ehwezî de ev rave cih digire:

“Te ji Xwedê bela (tengasî) xwest, lewra  sebir piştî tengasiyê tê. Ji Xwedê xweşiyê bixwaze, lewra bergeh û naveroka vê gelek fireh e. Lewra her kes nikare di hemberî bela (tengasiyan) de sebir û tebatê nîşan bide.”

Evê gotina Pêxemberê me jî ji bo rewşên beriya hatina belayan e. Piştî ku bela û musîbet qewimî, daxwaziya sebrê tê kirin û ev ayeta han jî “Xwedayê me! Bi ser me de sebrê birijîne…[3] vê yekê nîşan dide.[4]



[1] Tirmizî, De‘awat, 94.

[2] Subhî es-Salih, Hadis İlimleri ve Hadis Istılahları, Wergêr. M. Yaşar Kandemir, çapa 4’mîn. Enqere 1986, rp. 129.

[3] E‘raf, 7/126.

[4] el-Mubarekfûrî, Tuhfetu’l-Ehwezî, Qahire, 2001, IX,. 44, şîroveya hedîsa 3527.