Fetwayen Kurdi
Gelo hedîsa kenza mexfî (gencîneya veşartî), sehîh e?

Gelo hedîsa kenza mexfî (gencîneya veşartî), sehîh e?

Pirs: Ez gencîneyeke veşartî bûm. Min xwest Ez bêm zanîn, nas kirin û lewra Min însan afirandin. Ma ev, hedîseke qutsî ye?

Bersiv: Ev gotin, di nav ehlê tesewufê de bi awayê “kenza mexfî (gencîneya veşarî) tê zanîn.” Vê, rasterast wiha îfade dikin:

Ez gencîneyeke veşartî bûm, Min hez kir bêm zanîn, da ku bêm zanîn Min mexlûqat afirandin.”

Ez gencîneyeke veşartî bûm, Min hez kir bêm zanîn, bo Ez bêm zanîn min xelk afirnadin. Bi vî awayî Min xwe bi wan da zanîn, wan jî Ez nas kirim, zanîn.

Ji ehlê tesewufê yên bawer dikin ku hedîs bi rêya keşfê tê riwayetkirin, xwe spartine vê gotina Muhyeddîn Îbn Erebî: “Ev hedîs ji aliyê keşfê ve rast e, lê ji aliyê neqlê ve ne sabit e” û ev pir mezin dêrane. Lê belê gotineke ku di ‘ilmê hedîsê de sabit nebûne, tu qîmet jê tune ye. Ji lewra muhedisan di derbarê vê gotinê de ev daxuyanî dane: “Ne ji gotinên Pêxember e”, “ne sehîh ne jî zeîf tu senedeke wê heye”, “derew e”, “tu eslek jê re tune ye.”[1]

Di tesewufê de termê keşfê hem bi mena “zanîna hin tiştên nepenî yên ku li pişt perdê ne û di ser aqil re ne” û hem jî bi mena “temaşakirina teceliyên Xwedê”, hatiye bikaranîn. Li gorî ehlê tesewufê bi rêya keşfê dîmenê bihuşt û dojehê, her wiha Firîşteyan tên dîtin. Dema ku ruh digihê asteke tam saf û perdeya zeman û mekan radibe, meriv xwe digihîne zanîna di derbarê bûyerên çûyî û yên dê bên. Ehlê tesewufê çawa ku bi îtimada li ser keşfê Qur’an rave kirine, gotine ku me bi rêya keşfê rastiya hedîsekê yan jî hin hedîsên ku li gorî alimên hedîsê ne sehîh e, tesbît kirine. Lewra Îsmaîl Heqqî Bursewî, dema li ser hedîsa “Ez gencîneyeke veşartî bûm …” rawestiyaye, gotiye ku herçiqas ev hedîs ji aliyê riwayetê ve ne sabit be jî ji aliyê keşfê ve rast e. Ebdulezîz ed-Debbax, di derbarê rastî û nerastiya pir hedîsan de bi rêya keşfê biryar daye. Şah Weliyullah Dehlewî, hedîsên mizgînber ên ku di xewna xwe de ji Hezretî Pêxember bihîstine di ed-Durru’s-Semîn de riwayet kirine. Evê nerîna ehlê tesewufê, ji aliyê alimên hedîsê ve hatiye redkirin. Nerîna wan ew e ku tesbîtkirina hedîsekê ka gelo aidî Pêxember e yan na, bi îtimada li ser keşfê, ne pêkan e.”[2]

Bo kesên ku mijarên; di tesewufê de cihê keşfê, di keşfê de şaşîtî pêk tê yan na, pêwendiya keşfê bi xeybê re û hwd. meraq dikin, digel nivîsa Prof. Dr. Süleyman Uludağ ya ku di Ansîklopediya Dîyanetê de dikarin gotara Prof. Dr. Reşat Öngören ya bi navê “Bir Bilgi Kaynağı Olarak Tasavvufta Keşfin Değeri” jî bixwînin. Ji vê navnîşanê: İstanbul Üniversitesi İlahiyat Fakültesi Dergisi, jimar: 5, Sal: 2002, İstanbul-2002, rp. 85-96 meriv dikare xwe bigihînê.



[1] Bo agahiyên berfirehtir bnh. Ahmet Yıldırım, TasavvufunTemel Öğretilerinin Hadislerdeki Dayanakları, Weşanên TDV, Enqere 2000, rp. 98-99.

[2] Süleyman Uludağ, “Keşf”, Ansîklopediya Îslamî ya Weqfa Dîyanetê (DİA), Enqere 2002, XXV, 315-317.