Pirs: Ez ducanî bûm û di meha pêncem de sanciya min çêbû û cêwiyê min bi mirîtî hatin dinyayê. Dîsa jî hemd ji Xwedê re be. Hin caran ez pir li ber dikevim û didim girî. Gelo di xemxwarin û girînê de sînor çi ye?
Bersiv: Tiştê ku qewimiye û hatiye serê we, ji ber qanûn û destûra îmtihana ku Xwedê Teala ji bo jiyanê daniye ye. Lewra Xwedê Teala wiha ferman dike:
“Sond be; Em ê bi hinekî ji tirsê û birçîbûnê, bi kêmkirina mal û can û kêmkirina mêweyên we, we îmtîhan bikin û mizgînê bide yên sebirkêş.
Ew ên ku dema belayek bê serê wan, dibêjin “Em yên Xwedê ne û em ê li Wî jî vegerin.”
Evên ha ji Perwerdegarê wan rehmet û dilovanî li wan dibare û yên ku li ser rêya heq rasterê bûne, her ew in.”[1]
Ji Pêxemberê (s.a.w) wiha hatiye ragihandin:
“Karê kesê misilman xerîb e; karên wî hemî xêr in. – Ev jî bi taybetî di karê kesê bawermend de ye– tiştekî kêfxweşiyê were sera spas dike û jê re dibe xêr; eger tiştekî bi zirar were sera sebir dike, ev jî jê re dibe xêr.”[2]
Piştî musîbet û belayên mîna vê belayê, bi şertê mirov li hember emrê Xwedê îsyaniyê meke û teslîmî emrê Xwedê bibe tu mehzûr di xemxwarin û girînê de tune ye. Lewra hatiye ragihandin ku Pêxember (s.a.w) piştî mirina zarokên xwe û mirina neviyên xwe giriyaye. Ji Enes kurê Malik (x.j.q): Qasidê Xwedê wiha gotiye: “Îşev kurekî min çêbû. Min navê bavê xwe Îbrahîm lê kir.” (Piştre Enes tiştê mayî ji) hedîsê ragihand. (Enes di dewama wê de wiha) got: “(Piştî demekê) min ew zarok di hizûra Qasidê Xwedê dît ku can dide. (Di wê navberê de) ji çavê Qasidê Xwedê hêstir dibariyan (û wiha) got:
“Çav şil dibin, dil xemgîn dibe, lê belê em ji gotinên ku Xwedayê me razî bikin pê ve tu gotinan nabêjin. Ey Îbrahîm! Birastî jî em bi (mirina) te xemgîn in.”[3]
Dîsa ji Enes kurê Malik (x.j.q): Em li ser cenazeyê keçeke Pêxember (cenazê Ummû Gulsum) hazir bûn. Qasidê Xwedê li aliyekî gorê rûniştibû. Min dît ku ji herdu çavên Qasidê Xwedê hêstir dibarin…[4]
Ji Usame kurê Zeyd (x.j.q): Keça Pêxember (s.a.w), (Zeyneb) jê re xeberê dişîne ku lawê min (di riwayetek din de “keça min”) li ber mirinê ye, werin ba min. Hezretî Pêxember (s.a.w) ji keça xwe re selaman dişîne û wiha bersiva wê dide:
“Tiştên Xwedê distîne û dide hemî yên Wî ne. Her tişt li ba Xwedê bi dem û temenekî hatiye diyarkirin. Ji ber vê yêkê keça min sebir bike. Bîne bîra xwe ku ev sebra te li ba Xwedê, xêra wê heye.”
Vê carê Zeyneb (x.j.q), xeberê jê re dişîne û dibêje ku tu bi Xwedê kî “Teqez hûn werin.”
Li ser vê xeberê Pêxember rabû. Digel sehabiyên ku pê re bûn ji Se‘d kurê ‘Ubade, Mu‘az kurê Cebel, Ubeyy kurê Ke‘b, Zeyd kurê Sabit û digel hin sehabiyên din (x.j.q) hat mala Zeynebê. Zarok dan hemêza Qasidê Xwedê. Canê zarokî diçû û dihat û diliviya. Ji çavên Qasidê Xwedê hêstir bariyan. Se‘d kurê ‘Ubade (x.j.q) pirsî:
“Ya Qasidê Xwedê! Ev çi hêstir û girî ye? ” Qasidê Xwedê wiha bersiv da:
“Ev hêstir, rehmeteke ku Xwedê ew xistiye dilê bendeyên xwe. Xwedê, encax li bendeyên xwe yên birehm rehmê dike.”[5]
[1] Beqere, 2/155-157.
[2] Muslim, Zuhd, 64.
[3] Buxarî, Cenaiz, 43; Muslim, Fedail, 62; Ebû Dawûd, Cenaiz, 23-24; Îbn Mace, Cenaiz, 53.
[4] Buxarî, Cenaiz, 32.
[5] Buxarî, Cenaiz 32, 43, Merda, 9, Eyman, 9, Tewhîd, 2; Muslim Cenaiz, 11; Ebû Dawûd, Cenaiz, 23-24; Nesaî, Cenaiz, 13, 22; Îbn Mace, Cenaiz 53; Ahmed kurê Henbel 1/268, 273.