Pirs: Ez bo werzişê diçim holekê, lê mêr û jin heman holê parve dikin. Ango hewz û qada werzişê yek e… Pîrek, mîna ku li ber deryayê bin bi mayo û cilê binî ne… di qada werzişê de jî mil û piyên wan vekirî ne. Di rewşeke wiha de gelo tu mehzûrek dînî yan jî heramî heye?
Bersiv: Di qadeke ku pîrekên cihên wan ên ewret ji derve ne, ne caiz e ku mêr werzişê bikin. Xwedê Teala wiha ferman dike:
“Ji zilamên bawermend re bibêje: Bila çavên xwe (ji heramiyê) bigirin û cihên şermegeha xwe biparêzin. Lewra ev, ji bo wan çêtir e. Bêguman Xwedê ji ya ku ew dikin agahdar e.” [1]
Li aliyê din jî Pêxemberê me (s.a.w) bi gotina xwe ya “zina çavan, nerîn e”[2], bal kişandiye ser ku divê meriv li heramiyê nenihêre. Di dawiyê de wekî ferdeki musluman, divê ku meriv xwe ji cihên wiha dûr bigire.