Pirs: Hin kes dibêjin ku dînê Îslamê sînorek ji karkirinê re tesbît kiriye. Ew kar jî di malên ticaretê de % 5, di kirîn û firotina heywanan de % 10 û di malên xeyrî menqûl de ji % 20’e. Di firotinê de eger karek ji wê zêdetir bê bidestxistin, dibe qezenza fahiş yanî dibe heram. Di vê mijarê de hûn nabêjin çi?
Bersiv: Huqûqa Îslamî, di kirîn û firotinê de ji bo karkirinê sînorek dananiye. Bihayê tiştan, ji mudaxeleyên ji der ve dûr û bi awayekî azad pêk tê û mal bi wî awayî li gorî bihayê sûkê û bazarê tê firotin. Para karkirinê, çi pir çi hindik dibe, ne muhîm e. Firoşker, nikare malê xwe bi bihayekî fahiş bifiroşe.
Buhayê fahiş, ê ku di ser bihayê bazarê de ye. Dema bihayê fahiş bigihêje astekê, ê ku hatiye xapandin dikare bazara ku kiriye betal bike. Rêjeya ku di pirsa we de derbas dibe, di “Mecelle”yê benda 165’an de ji bo tesbîta rêjeya (xebnî fahiş) xapandina fahiş e. Mîna kesê ku malekî bihayê wî yê bazarê bi 100’ î be, bi 105 lîreyan bikire û piştre agahdar bibe ku hatiye xapandin, dikare wî malî vegerîne û pereyê xwe bistîne. Yanî di rewşên wiha de mafê bikir heye ku bazarê betal bike.
Xapandin, ne sirf ji bikir re heye. Belbî ji bo firoşker re jî heye. Mîna di zemanê me de bihayê tiştan pir zêde dibin. Malekî ku di bazarê de bihayê wî zêde bûbe, lê belê ji ber ku hayê firoşker ji zêdebûnê tune ye, rabe bi kêmî bihayê bazarê malê xwe bifiroşe, piştre angaşt bike ku hatiye xapandin, dê li meseleyê bê nerîn, eger malê xwe bi %5 kêmî bihayê bazarê firotibe, dikare wê firotinê betal bike. Li gorî Mecelle’yê rêjeya xapandinê di malên ticaretê de ji %5, di heywanan de ji %10 û di malên xeyrî menqûl de ji %20’ e.