Fetwayen Kurdi
Gelo dîk û mirîşk dibin qurban?

Gelo dîk û mirîşk dibin qurban?

Pirs: Di zemanê me de hin misilman hene ku dîk û mirîşkan qewl dikin û wan serjê dikin. Ma mirov dikare dîk û mirîşkan bike nezir? Û gelo ev adetekî Cihûyan e yan na?

Bersîv: Li gorî ayeta 28 û 34’an ji sûreyê Hecê, heywanên ku dibin dehî ango qurban, pêwîst e ku ji cureyê “behîmetul-en’am” bin. Di sûreyê En‘am ayetên 143 û 144’an de derbas dibe ku ew, nêr û mêyên pez, bizin, dewar û hêştiran in. Ji bilî wan, heywanên din nabin qurban.

Di heman wextê de ne pêkan e ku mirov tam bizanibe, bê ka hin misilman li gorî kîjan adet û çavkaniyan dîk û mirîşkan dikin qurban. Lê belê, li ba Cihûyan adeta ku digel dewar û heywanên çar ling ên mezin û yên biçûk, ji heywanên koxan jî sirf kebok, kev û yên mîna wan, dikin qurban heye. Li gorî vê adetê, berî roja “Yom Kîpûr” bi rojekê, yekî balix ji Cihûyan radihêje heywanekî/e koxan (eger mêr be radihêje dîk û eger jin be radihêje mirîşkê) bi stûyê wî/wê digire li dora serê xwe sê caran digerîne û wiha dibêje: “Ev kefaretê min, fidya min û telafiya min e. Ev dîk (mirîşk) dê bimire. Lê belê ez ê heyateke dirêj û bextewar bijîm.” Piştre heywan tê serjêkirin û li feqîran tê belavkirin an jî bi qîmeta wê sedeqe dide.

Ev adeta bi navê “Kapara-Kaparot”, tu têkilatiya wê bi mijara qurbanên ferz ya di Tewratê de tune ye û li gorî baweriya wan, kesê ku bi sedem û wesîleyên curbicur guneh kiriye, da ku hestên xwe yên poşmaniyê îfade bike dîk û mirîşkê serjê dike û sedeqe dide. Kapara, ne peywirekî olî ye, belbî sirf adetek e.[1]



[1] Bnh. Yusuf Besalel, “Kapara-Kaparot”, Yahudi Ansiklopedisi, Gözlem Gazetecilik, II, 309-310.