Pirs: Gelo di Qur’ana Pîroz de di derbarê çêbûna ji dayikê bi kêmasî/seqetî, tu ayet hene?
Bersiv: Di Qur’ana Pîroz de di vê mijarê de rasterast tu ayet tune ne. Lê belê, dema meriv li ayetên jêr bihizire û hûr bifikire, ji bo îmtihana jiyana cihanê bal tê kişandin ser hin seqetî û kêmasiyên bedenî; encax ev kêmasî mîna qusûran nayên qebûlkirin. Lewra Xwedê Teala, seqetî û kêmasiyên bedenî ji korî, kerîtî û hwd. mîna qusûrên rastîn qebûl nake; belbî qusûrên rastîn ku meriv li hember heqiyê bi zanebûn koritî û kerîtiyê bike. Xwedê Teala wiha ferman dike:
“Sond be; Em ê bi hinekî ji tirsê û birçîbûnê, bi kêmkirina mal û can û kêmkirina mêweyên we, we îmtîhan bikin û mizgînê bide yên sebirkêş.”[1]
“… Encax birastî, ne ku çav kor dibin, lê belê dilên ku di sîngan de ne, kor dibin.”[2]
Li aliyê din di Qur’anê de ji bo kesên xwedî seqetî û qusûrên bedenî pir hêsanî hatine nîşandan. Ayetên têkildar wiha ne:
“Li ser lawaz û nexweşan, li ser ew ên ku tu tiştî nabînin ku ji bo cîhadê xerc bikin tu guneh nîn e, bi şertê ku bi Xwedê û Qasidê Wî re rast bin. Ji yên xwedî qencî tu gazin nayê kirin. Xwedê bi xwe gunehjêbir e, dilovîn e.”[3]
“Li ser ê kor, li ser ê kulek û li ser ê nexweş tu zehmetî tune ye.”[4]
“Li ser koran tu guneh tune ye, li ser seqetan tu guneh tune ye û li ser nexweşan jî tu guneh tune ye. Kî bi gotina Xwedê û Qasidê Wî bike, Xweda dê wî bixe bihiştên ku di binê wan de çem diherikin. Kî jî li paş bimîne, Xwedê dê bi ezabekî dijwar û xemnak wî ceza bike.”[5]