Fetwayen Kurdi
Gelo di karkirinê de, tu sînorekî diyar heye yan na?

Gelo di karkirinê de, tu sînorekî diyar heye yan na?

Pirs: Di kirînên bi deyn de hin caran ji sedî sed kar tê kirin. Mîna malê ku bi 80 lireyî bê kirîn, pêşin bi 100’î û bi deynê salekê bi 200’î bê firotin. Ma di kirîn û firotinê de ji bo karkirinê sînorekî xuyakirî heye yan na?

Bersiv: Di kirîn û firotinê de çênabe ku sînorekî xuyakirî ji bo karê hebe. Pêxemberê (s.a.w) îhtimam daye ku bihayê tiştan, di derdorên reqabeta azad de pêk were û derkeve holê û tiştên ku dibin asteng ji bo vê, qedexe kiriye. Li Medîneyê bihayê tiştan zêde dibe û gel ji Qasidê Xwedê Teala xwestine ku “nerh”ê tetbîq bike. Nerh, bi mena tesbîta bihayên tiştan ji aliyê desthilatdaran ve, ku herî zêde dê bi çiqasî bê firotin e. Li ser vê daxwaziya gel, Qasidê Xwedê (s.a.w) wiha dibêje:

Kesê ku bihayan tesbît (aşkere) dike, dadixîne, berfireh dike û riziq dide Xwedayê Bilind e. Daxwaziya min ya bingehîn ku ez bigihêjim Rebbê xwe, bê ku tu kes ji we dozê ji bo neheqiyekê di derbarê can û mal de ji min bike.[1]

Bi vê gotina xwe, wî tetbîqa “nerh”ê qedexe kiriye. Zanyarên ‘ilmê fiqhê yên ku ji bo tetbîqa nerhê fetwa dane, ev fetwayên wan bi temamî ji bo rewşên zerûrî ne. Lê belê ev fetwa, hem li dijî vê qedexekirinê ye û hem jî di pêş de dibe sedem ji bo ziyan û xisara gel. Lewra, dema nerh bê tetbîqkirin, dê mal hindik têkeve sûkê û dê xela û sûka reş li bazaran, bike serdest. Encax bi sûk bazareke azad, mumkin e ku erzanî pêk were.



[1] Tirmizî, Buyû‘, 73.