Pirs: Gelo di huqûqa Îslamê ji bo dozan “demborîn” heye? Eger hebe jî çiqas e?
Bersiv: Nivîseke[1] me ya ku me di derbarê mijara demborînê de nivîsandibû wiha ye:
Di rewşa dozên şexsî ku hewcedarî bi vekirina dozê heye, borîna demê ne mewzûbehs e. Lê belê ji bo vê, dewlet dikare demekê dêne. (Ali Haydar, IV/692; Ji bo mînakekê bnh: İst. Bab Mah. 2/11 vr. 29-b.) Di sûc û curmên tê qebûlkirin ku bi temamî li dijî raya giştî hatine kirin, da ku li dozê bê nihêrtin, di halê ku tu mazeret tune be divê ku demeke dirêj di ser de derbas nebûbe. Ev jî helwestên ku dibin sedem ji bo kirina heramiyekê û curmên ku cezayê hedê pêwîst dikin:
1. Sûcên ku dibin sedem ji bo kirina qedexeyekê (heramiyekê)
Kesên ku dibin şahidê kirina gunehekî mezin, divê herî kêm di hundirê pênc rojan de serî li dadgehê bidin. Eger bê hebûna uzrekî, vê demê derbas bikin, serîlêdan û şahdeyiya ku dê piştre bikin nayê qebûlkirin. Mîna kesê bibe şahidê mêr û jineke ku dizane nezewicandî ne û wekî mêr û jina zewicandî bi hev re dijîn, eger bê hebûna uzrekî di hundirê pênc rojan de serî li dadgehê nedin û wan şikayet nekin, şikayet û serilêdana wan a piştre nayê qebûlkirin. (Ankaravi, I/406) Lewra şahidan bi vê helwesta xwe nîşan dane ku rizaya wan bi dewamkirina vê kirina nebaş heye. Kesên ku çavên xwe li kirina gunehên wiha mezin digirin, şahdeyiya wan nayê qebûlkirin.
2. Sûcên ku cezayê hedê pêwît dikin
Ev sûc jî sûcên ku sirf mafê Xwedê Teala ne ji kirina zinayê, vexwarina meyê, eşqiyatî û dizî. Kesên ku bibin şahidê bûreyekê ji wan bûyeran, di navbera ku şahdeyiyê bike yan jî wan bistrêne azad e. Eger dê bûyerê nestrêne, divê ku di hundirê dema wê de serî li dadgehê bide. Lewra meriv di serî de bûyerê veşêre û piştre hewl bide ku şahdeyiyê bide û serî li dadgehê bide, nîşan dide ku ji bo vê kîn, nefret û dujmunatiyekê ew tehrîk kiriye. Şahid bi vê helwesta xwe ji ber ku dikeve bin tohmetê, şahdeyî û îxbara wî ya di vê meseleyê de nayê qebûlkirin.[2]
Eger derengmayin bi sebeb uzrekî be, serîlêdan tê pejirandin û li dozê tê nihêrtin. Mîna gumandar li cihekî ku dadgerê wê tune ye be û birina wî ya ji bo huzîra dadger eger bûbe sedem ji bo derengmayinê, ew derengmayin uzur tê pejirandin û li dozê tê nihêrtin.
Ebû Henîfe ji bo derengmayinê tu dem xuya nekiriye û teqdîra wê xistiye destê dadgeran. Lewra derengmayin, dibe ku bi sedem uzrekî be. Uzur jî bi pîvanên cuda tên nirxandin. Ji ber vê yekê sînorkirina bi demeke xuyakirî, ne pêkan e. Divê ku nirxandina mijarê ji nerîna dadger re bê hiştin.
Ebû Yûsuf û Îmam Muhemmed gotine ku derengmayina bi qasî mehekê ji dema çêbûna bûyerê, dibe asteng ji bo nihêrtina li dozê.[3] Di tetbîqê de jî derengmayina heyvekê esas û bingeh hatiye girtin.[4]
Gumandarê bi sûcê diziyê, ji sûcê diziya ku bi tevahî mafê Xwedê Teala ye (mafê gelemperî) û ji dayina malê kesê diziya wî hatiye kirin ku mafê bendan (mafê taybet) tê qebûlkirin, berpirsyar e. Borîna demê, sûcdarî ji jêrikirina dest rizgar dike, encax da ku tezmîna malê hatiye dizîn bê kirin, borîna demê nabe asteng ji bo vekirina dozê.
Sûcê bêbextiya li yekî/yeke bi namûs û dawpaqij bi xerabiya zinayê, cezayê hedê qezfê li meriv pêwîst dike. Di vê de digel ku mafê Xwedê Teala bêhtir e jî lê belê ji ber ku mafê kesê ku bêbextî lê hatiye kirin jî tê de heye, nerîna li dozeke wiha xwe bi şikayeta kesê mexdûr digire. Eger di şikayeta xwe de dereng bimîne, ev nabe asteng ji bo nerîna li dozê.[5]
[1] Abdülaziz Bayındır, İslam Muhakeme Hukuku-Osmanlı Devri Uygulaması, Weşanên İSAV, Stenbol 1986, rp. 134-135.
[2] Kasanî, Bedaiu’s-Sanai‘, VII, 46; Molla Hüsrev, II, 85.
[3] Kasanî, Bedaiu’s-Sanai‘, VII, 47.
[4] Ankaravî, I, 406.
[5] Kasanî, Bedaiu’s-Sanai‘, VII, 47; el-Haskefî II, 158; Molla Hüsrev, II, 85.