Fetwayen Kurdi
Ma di dînê me de, munasebeta bi pîrekê re ji paş ve teqez hatiye heramkirin?

Ma di dînê me de, munasebeta bi pîrekê re ji paş ve teqez hatiye heramkirin?

Pirs: Ma têkiliya cinsî ji paşde di nava mêr û jinê de heram e yan na?

Bersiv: Jiyana cinsî ya di navbera mêr û jinê de bi hin sînoran hatiye sînorkirin. Yek ji encama bingehîn ji bo jiyana cinsî ya ku Qur’ana Pîroz îfade kiriye, domandina nesil û zuriyeta însên e. Û awayê munasebata cinsî jî bi şert û mercê ku cihê jê zarok çêdibin ji jinan, hatiye serbestkirin û rêyên din hatine qedexekirin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Ji te, pirsa heyzê (edetê) pîrekan dikin. Bibêje: Ew ezyet e. Di rojên heyzê de xwe ji wan dûr bigirin. Heta ku ew jê paqij nebin nêzîkî wan mebin. Dema tam jê paqij bûn, êdî ji cihê ku Xwedê li we ferman kiriye herin cem wan. Bêguman Xwedê ji tobekaran hez dike û ji yên pak û paqij jî hez dike.

Jinên we ji bo we zevî ne, vêca we çawa xwest wisa herin zeviyê xwe û ji bo pêşeroja xwe amadekariyê bikin. Ji Xweda bitirsin û bizanin ku hûn ê teqez herin hizûra Wî. Mizgîniyê bide bawermendan.[1]

Têgeha “zevî” ya ku di ayetê de derbas dibe, di mena cihê ku hilberî û zad jê tê hilgirtin e. Lê belê munasebata cinsî ya ji paş de ji ber ku tu encamê nade, hatiye qedexekirin. Li gorî van ayetan têkiliya cinsî ya bi jinan re encax di rêya ku Xwedê Teala beyan kiriye ango di rêya normal de ye.

Dema ku em li hedîsên di derbarê vê mijarê de hatine gotin, dinihêrin, em dibînin ku Pêxember (s.a.w) munasebeta bi vî awayî qedexe kiriye, heram dêraye.

Çend hedîsên bi vê mijarê re têkildar in wiha ne:

Kesê ku bi jina xwe re ji paş ve têkeve munasebeta cinsî, ew ji rehmeta Xwedê, dûr dikeve.”[2]

Ji paş ve bi jinên xwe re nekevin munasebeta cinsî, Xwedê ji gotina rastiyê, şerm nake.”[3]

Xwedê, ew jin û mêrê ku ji paş ve nêzî hevdu dibin, bi nezera rehmê li wan nanihêre.[4]

Munasebeta cinsî ya mêran bi jinan re ji paş ve, Lûtîtiya biçûk e.”[5]

Ne layiq e ku mirovekî misilman rabe dev ji emrê Xwedê Teala berde û bi rêya qedexekirî nêzîkatiyê li jina xwe bike. Ev helwesta, tu carî bi însanekî misilman nakeve. Şayed şaşîtiyek ji yekî peyda bû jî divê tobe bike û carek din dubare neke.



[1] Beqere, 2/222-223.

[2] Ebû Dawûd, Nîkah, 45, Ehmed kurê Henbel, Musned, 2/444.

[3] Tirmizî, Reda‘, 12.

[4] Tirmizî, Rada‘, 12; Îbn Mace, Nîkah, 29.

[5] Ehmed kurê Henbel, Musned, 2/182.