Pirs: Ma çêdibe ku mirov beriya lingên xwe bişû, dest û rûyê xwe ziwa bike û piştre lingên xwe bişû?
Bersiv: “Muwalat” ango şûştina ‘ezayên desmêjê li pey hev û bê navber di mezhebê Henefî û Şafiî de sunet e û li gorî mezhebê Malikî û Henbelî ferz e.[1]
Lê belê li gorî ayeta 6’mîn ji sûreyê Maîde ya ku desmêjê bi me dide danasandin û li gorî hedîsên ku di derbarê desmêjê de hatine ragihandin, mirov nikare bibêje ku “muwalat” ferz e. Lê belê dîsa jî ya baş ew e ku mirov piştî şûştina her endamekî, bê ku bi tiştekî din mijûl bibe dest bi şûştina ‘ezayê din bike û ziwakirina wan, bihêle dawî.