Pirs: Di Qur’ana Pîroz de du şêwazên vegotinê hene. Ya yekem ku rasterast Xwedê dibêje “Min afirand”, “Min wiha xwest.” Şêwazekî din jî heye. Ev jî wekî ku yekî nivîsandibe û gotina Xwedê rast bidêre mîna “Xwedê wiha ferman dike.” Ev pirsa han ji min re çêbû: Gelo ayetek diyar bike ku temamê peyvên Qur’anê gotinên Xwedê ne, heye? Ango Qur’an di dema Hz. Muhemmed de ne wekî kitêbekê bû. Ma ne pêkan e ku Hz. Ebû Bekir û hevalên xwe ji hedîsên Hz. Muhemmed û ji gotinên xwe berhemek pêkanîbin? Ango gotinên bi awayê “Me bi xwe hinart” an jî “Min afirand” teqez kelamê Xwedê ye. Ev bi rastî jî ayet in. Ên din jî wekî “Xwedê wiha ferman kir”, “Xwedê vê ji we dixwaze.” Ma nabe ku ev gotinên Xwedê rast didêrin û ji hedîsan hatibin girtin an jî ji aliyê sehabiyan ve lê hatibin zêdekirin?
Bersiv: Ev taybetmendî û şêwazên vegotina zimanê ‘Erebî ne; bi sedema ku di zimanê Turkî de tunene pêkan e ku ji we re xerîb xuya bike. Ji kesên hewl dane ku Qur’anê ji bilî Xwedê wekî gotina yekî din nîşan bidin tu kesî rexeneyeke wiha nekiriye. Lewra tiştekî wiha nayê hişê kesên ku bi zimanê ‘Erebî dizanin.
Hîn di jiyana Pêxemberê me de Qur’an wekî kitêbekê temam bûbû. Tiştê ku di dema Hz. Ebû Bekir de hatiye kirin jî ji nivîsandina metnekî ku bi tifaqa tevan û temamê ayetan di xwe de bihewîne û rê li pêşiya derketina ixtilafan bigre pêk tê. Ev jî hatiye bidestxistin. Di der barê metnê di destê me de ye ku metnê Qur’anê ye tu gengeşî çênebûye.
Vê ayeta li jêr destnîşan dike ku temamê lefzê Qur’anê yê Xwedê ye:
“Ma ew ji serî heta dawî li Qur’anê nafikirin? Eger ew, ne ji cem Xwedê bûya, ew ê tê de pêrgî gelek nakokiyan bihatina!” (Nîsa, 4/82)
Wekî din hûn dikarin li van ayetan jî binêrin: Beqere 2/23-24; En’am 6/19, Yûsuf 12/2, Îsra 17/88, Neml 27/6, Şûra 42/7, Zuxruf 43/3.