Pirs: Mamoste, li gorî ez dizanim di derbarê ‘Erefeyê di Qur’ana Pîroz de tu daxuyanî nehatiye dayin. Lê Pêxemberê me (s.a.w) dibêje ku “Hec ji ‘Erefeyê pêk tê” û misilman jî gelo çawa ‘Erefeya ku behsa wê di Qur’ana Pîroz de nehatiye kirin, ferz qebûl dikin? Di vê mijarê de hûn dikarin bi min re bibin alîkar?
Bersiv: Weqfa/sekna li ‘Erefeyê ji ruknên hecê yên ferz in. Di Qur’anê de bi bal weqfeya li ‘Erefeyê wiha tê îşaretkirin:
“Li ser we tu guneh tune ku hûn (bi rêya bazirganiyê) ji kerema Xwedayê xwe bixwazin. Êdî dema hûn ji ‘Erefeyê pêl bi pêl daketin vêca li Meş‘erul Heramê, Xwedê bi bîr bînin. Çawa Xwedê hûn serwext kirin her wisa Wî bi bîr bînin. Çendî ku hûn berê rêwindayî bûn.”[1]
Hevoka “Êdî dema hûn ji ‘Erefeyê pêl bi pêl daketin vêca li Meş‘erul Heramê, Xwedê bibîr bînin” îşaretî bi bal weqfeya ‘Erefe û Muzdelîfeyê dike. Ayeteke din a ku îşaretî bi bal weqfeya ‘Erefe û Muzdelîfeyê ve dike wiha ye:
“Di heman demê de[2] bila tefesên xwe (weqfa ‘Erefe û Muzdelîfeyê) pêk bînin, bila qurbanên xwe bînin cih[3] û bila wê mala qedîm (Ke’beyê) tewaf bikin.”[4]
Ji vê hedîsa ku ji Pêxember (s.a.w) hatiye ragihandin tê fêhmê ku meqsed ji “tefes” a ku di ayetê de derbas dibe, weqfeya ‘Erefe û Muzdelîfeyê ye. Hedîs wiha ye:
Ji qebîla Teyy ’Urwe kurê Muderis got ku, ez hatim cem Qasidê Xwedê (s.a.w), ez li weqfeya Cem‘ê (Muzdelîfeyê) bûm. Min got ku, “Ey Qasidê Xwedê! Ez ji çiyayê Teyyê hatim. Merkeba min perîşan ket û min zor da xwe jî. Ez qesem dikim bi navê Xwedê, tu girekî qûmê ku ez li ser nesikinîbim nemaye, gelo ez dibim hecî? Qasidê Xwedê got ku; “Kî bi me re vê limêjê bike û berê jî bi şev an jî bi roj hatibe ‘Erefeyê, wî heca xwe temam kiriye, tefesa xwe bi cih aniye.”[5]
[1] Beqere, 2/198.
[2] Bêjeya “ثُمَّ” ya ku di ‘Erebiya ayetê de derbas dibe bi wateya “مَعَ” ye. Ango digel, di heman demê de.
[3] Ji ber ku di ayetên curbicur de behsa qurbanan hatiye kirin, di vir de meqsed ji qurbanê peywir û wezîfeyên ku kesê hecî bi girêdana îhramê li xwe bar kirine. Xwedê Teala wiha ferman dike: “Hec di mehên melûm de ye. Kî ku di wan mehan de (bi girêdana îhramê) hecê li ser xwe ferz bike, êdî bila nêzî nivîna jina xwe nebe, ji rêya Xwedê dernekeve û gengeşî û pevçûnê neke.” (Beqere, 2/197).
[4] Hec, 22/29.
[5] Ebû Dawûd, Menasik, 69; Tirmizî, Hec, 57; Nesaî, Menasik, 211.