Fetwayen Kurdi
Ferz çi ye û cureyên wê çi ne?

Ferz çi ye û cureyên wê çi ne?

Pirs: Ferz çi ye, ji çi re tê gotin û gelo cureyên wê hene?

Bersiv: Her kar û erka ku olî be û kirina wê bi awayekî teqez û pêdivî hatibe fermankirin, jê re tê gotin ferz. Bi sedem ku Xwedê Teala, “Limêjê bi awayê pêdivî bikin, zekatê bidin.”[1] li me ferman kiriye, li ser muslumanan kirina limêjê li gorî şertên pêwîst û dayina zekatê, ferz e. Pêxember jî (s.a.w) ferman kiriye ku “Mîna ku hûn dibînin ez limêj dikim, limêj bikin.”[2] “…Çaryeka deh yekê (ji malên xwe ji çilî yekê), ji herçil dîrhemî dîrhemekî bi zekatî bînin.”[3] Ji vê bonê kirina limêjê mîna me ji Pêxember (s.a.w) dîtiye û dayina ji çilî yekê bi zekatî ji mal, li ser me ferz e.

Ji bilî Henefîyan di mezhebên din de têgeha “wacib”ê tune ye. Li gorî wan ferz û wacib bi heman menayê ne. Mezhebê Henefî, tiştên ku bi delîleke ne di asteke teqez û vebirî sabit bûbe, wê dixwin beşa wacib. Mezhebên din tiştên ku Henefî wê wacib dijimêrin, beşekê jê ferz û hinan jî sunet dijimêrin.

Wekî mînak di limêjê de te‘dîlî erkan, ango di ruknên limêjê de yên mîna rabûna li ser piyan, rukû û secdeyê de ku meriv bi hêsanî bîne cih û di wê navberê de endamên meriv hereket nekin, li gorî Ebû Henîfe wacib, li gorî mezhebên din ferz e. Û mîna ku limêja witir û limêja herdu cejnan li cem Henefiyan wacib in, lê belê di mezhebê Şafiî de sunet in.

Ferz jî mîna ku bi bal Ferzu’l-ayn û ferzu’l-kîfaye ve tê dabeşkirin, bi bal qismên ferza qet‘î (an jî ferza îtiqadî û ‘emelî) û ferza zenî (an jî ferza ‘emelî) ve tên teqsîmkirin.

Ferzu’l-ayn: Ferza ku divê hemî mukelef bikin. Mîna kirina limêjê, girtina rojiyê, bicihanîna peymanên ku li gorî rê û rêbazên şerîetê hatine danîn.

Ferzu’l-kîfaye: Ferza ku dema hinek bikin berpirsyarî ji ser ên din radibe. Ev, berpirsyariyên ku Îslamê li civatê bar kirine. Erkeke ku ferzu’l-kîfaye be, dema ku berek ji mukelefan wê peywirê bicihanîn ên din ji berpirsyariya wê, rizgar dibin. Eger ji mukelefan tu kes wê bicih neyîne, hemî dibin berpirsyar. Mîna, kirina limêja mirî, cîhad, darazî (qeda) dayina fetwayan, hebûna hin kesên têgihîştî di zanyariyên olî û di zanyariyên ku hewcedariya civakê pê heye, hebûna kesên erbab û xwedî ehliyet di hin pîşe-meslek û huneran de û ku meriv li hember neyarên xwe her dem amade be û hwd. her yek ji wan li ser civakê fezu’l-kîfaye ye. Kesên ku wan erk û wezîfeyan bicih bînin, xêra wê bi dest dixin.

Ferza qet‘î: Tiştê ku bi awayekî zelal û teqez bi delîleke şer‘î sabit bûbe. Ango ferza ku bi Qur’ana Pîroz an jî bi awayekî zelal di hedîseke ku hatina wê ji Pêxember (s.a.w) teqez sabit bûbe, derbas bûbe. Mîna limêj, zekat û cîhadê. Mandelkirina ferzeke wisa dibe sedem ji bo derketina ji dîn û meriv bibe kafir. Bi sedem ku divê meriv bawer bike û ji ber ku divê meriv wê bike, jê re ferza îtiqadî û ferza ‘emelî jî tê gotin.

Ferza zenî: Ferza ku bi delîleke zenî lê xwedî hêz be, sabit bûbe û ev delîl ji aliyê muctehidan ve nêzî delîleke qet‘î hatibe dîtin. Ev ji aliyê baweriyê ve, ne mîna ferza qet‘î ye. Kesê wê mandel bike nabe kafir. Lê belê ji aliyê ‘emelkirinê ve, mîna ferza qet‘î ye. Ji vê bonê navê ferza ‘emelî digire. Bi sedem ku di encama îctihadekê de derketiye holê, jê re ferza îctihadî jî tê gotin.

Di ferza qet‘î de di navbera mezheban de tu îxtilaf tune ye. Qada ku mezheb tê de îxtilaf dikin, ferza zenî ye. Mîna di ayeta mijara desmêjê de dema tê fermankirin “… û serê xwe mesih bikin…”[4], mehiskirina serî ferza qet‘î ye. Di vê mijarê de di navbera mezheban de yekîtiyek heye. Lewra mesihkirina serî di desmêjê de bi awayekî zelal hatiye fermankirin. Lê belê di ayetê de nehatiye vegotin ku çiqas ji serî tê mesihkirin. Ji vê bonê muctehidan, di encama lêkolîn û lêgerînên xwe de li gorî nerîna xwe bi delîleke zenî ku nêzî delîleke qet‘î ye, di derbarê mesihkirina serî de gelo çiqas jê ferz e, îctihad kirine. Ji mezhebê Malikî zanyarê ‘ilmê fiqhê Ebû Bekir Îbnu’l-Erebî (w. 468/543 /1076/1148) di pirtûka xwe ya bi navê Ehkamu’l-Qur’an[5]  de bi mijarê re têkildar 11 nerîn tesbît kirine û li ser wan nîqaş kirine. Li gorî mezhebê Şafiî, eger meriv mûyekî yan jî qismekî hindik ji serî bi awayekî ku meriv bikaribe jê re bibêje mesih, serê xwe mesih bike kafî ye. Li gorî Malikî û Henbeliyan mesihkirina tememê serî ferz e. Li gorî mezhebê Henefî mesihkirina çaryeka serî ferz e. Lê belê, mesihkirina temamê serî sunet e.



[1] Beqere, 2/43.

[2] Buxarî, Ezan, 18.

[3] Îbn Mace, Zekat, 4.

[4] Maîde, 5/6.

[5] Darû Îhyai’l-Kutubi’l-Erebiyye, 1376/1957, II, 568 û piştî wê.