Pirs: Seyda li gorî ku min di pirtûkekê de xwend, tê de dinivîse ‘faîza ku di hesab de bê xwestina meriv pêk tê, meriv dikare wê bide yên feqîr.’ Di pelê salnameyekê jî dinivîsî “tiştên ku xwarina wê li meriv heram e dema meriv bi hinên din bide xwarin bêhtir guneh e.” Pereyên faîzê yên ku di hesabê meriv de kom bûne, gelo xerckirina wan bi vî awayî helal e yan na? Divê em bi van pereyan çi bikin? Kesê xanî bi deynê bi faîz kirî be heta dema deynê wî biqede gelo dikare pereyê xwe bi faîzê di heman bankê de razîne û faîza ku distîne di dawiya wadê xwe de ji dêla deynê xwe bide? Eger bike jî gelo dibe ku bi sedem faîz girtiye û bi sebeb ku stendiye, du caran dikeve guneh?
Bersiv: Heram du beş in. Ya yekem jê re tê gotin heram li ‘eynîhî; yanî ya ku heramî tê de bi xwe heye. Goştê beraz, mey/’eraq û goştê heywana mirar bi vî awayî ye. Meriv nikare van bide hinekên din. Ya din jî heram li xeyrîhî ye. Ev jî ya ku heramî tê de tune ye, lê belê awayê qezenckirin û bidesxistina wê heram e. Pereyên ji faîzê tên bidestxistin wiha ne. Ferqa di navbera wî pereyî û pereyê ku bi keda dest û ji xwêdanê tê bidesxistin, awa û şeklê qezenckirina wê ye. Ev jî sirf ê ku wî karî dike eleqedar dike.
Ayeta 278’an ji sûreyê Beqere, ferman dike ku em faîza pêk hatiye nestînin. Lê belê bank, pereyên faîzê yên nehatine stendin nikarin li hesabê xwe vegerînin. Belbî wan pereyan di hesabekî din de kom dikin û transferî hin cihên din dikin. Bi vê sedemê faîzên bankan, dikevin bin hukmê pereyên ku xwediyê wan nediyar e. Di vê rewşê de caiz e ku meriv wê faîzê bistîne û bide feqîr û yên xwedî îhtiyac.
Hem dayin hem jî stendina faîzê heram e. Ji ber vî sebebî ye ku divê meriv têkilî tu karê bi faîz nebe.