Pirs: Ez bi keçên xwe re bi lîstika ladesê dilîzim. Ma lîstika ladesê jî qumar e?
Bersiv: Temamê kirinên ku lîstikvan pere/mal datînin meydanê û di dawiya lîstikê de yê ku bi ser ketiye dibe xwediyê wî mal/pereyî, qumar e.
Ji bo paşeroja zarokên xwe vedandin û dûrxistina wan ji vê lîstikê gelekî girîng e. Qumar a ku ji gunehên mezin e û gelek xûyên nebaş yên wekî wê, di demên zarokatiyê de ji mirov re dibin kurm. Xwedê Teala ferman dike ku em xwe ji gunehan û bi taybetî jî ji gunehên mezin biparêzin:
“Eger hûn xwe ji gunehên mezin ên ku li we hatine qedexekirin biparêzin, Em ê li gunehên we biborin û Em ê we bixin cihekî birûmet.” (Nîsa, 4/31)
“Ew bawermendên ku ji gunehên mezin û ji fehşîtiyan xwe diparêzin û dema ku ew hêrs dibin jî efû dikin.”( Şûra, 42/37)