Pirs: Eqrebayekî min piştî ku ji avrêjê derket, bê ku destê xwe bi sabûnê bişû desmêj girt. Gelo di serdema Pêxember (s.a.w) de sabûn hebû? Eger tune be, ji dêla wê çi bikar dianîn? Eger ku hûn min agahdar bikin, ez jî dixwazim di nav xeberdanê de bê ku dilê wî bihêlim, wî agahdar bikim.
Bersiv: Di serdema Pêxember (s.a.w) de şert û mercên jiyanê yên vê demê tune bûn. Wan, ji bo paqijiyê tiştên mîna sabûn şampuan, dermanê kincan û hwd. bikar nedianîn. Belbî li gorî mercên xwe yên wê demê çi pêwîstbûna, ew dikirin. Ango paqijiya xwe bi wî tiştî dikirin.
Li gorî agahiyên ku di berhemên ‘ilmê hedîsê de derbas dibin, Pêxember (s.a.w) dema ku ji qedemgehê derdiket, ne bi avê tenê belbî beriya avê destên xwe bi axê jî dişûştin.
Ebû Hureyre (x.j.q) wiha dibêje:
“Dema Pêxember (s.a.w) bixwesta ku biçe avrêjê, min jê re di firaqek bi navê tewr an jî rekwe, av dibir. Bi wê, paqijiya xwe dikir û destên xwe bi axê paqij dikirin. Piştre min di firaqek din de jê re av dibir û bi wê desmêj digirt.”[1]
Di beriya xuslê jî de da ku bêhtir paqijî pêk were, hatiye ragihandin ku Pêxember (s.a.w) destên xwe di axê didan.[2]
Wezîfa ku axê di wê demê de bi cî dianî, îro sabûn pêk têne. Ji ber vê yêkê destşûştina bi axê, hem ji aliyê tenduristiyê ve pêdiviyek e û hem jî peyrewiya rêçika (suneta) Pêxember aleyhiselam e.