Fetwayen Kurdi
Diya me ‘Eyşe, ma neh salî bû bi Pêxemberê me re zewicî?

Diya me ‘Eyşe, ma neh salî bû bi Pêxemberê me re zewicî?

Pirs: Kesên ateist, her dem hewl didin ku mijara, çima bawermend piştî mirina Pêxember nikarin bi pîrekên wî re bizewicin û zewaca Hezretî Eyşe di temenekî biçûk de mîna pirsgirêkekê, bikar tînin. Di rewşên wiha de divê em çi bikin?

Bersiv: Di serî de di mijarên wiha de em tewsiye dikin ku hûn bi wan re nekevin nîqaşê. Lewra ew, ne ji ber ku mijarên wiha fêhm nakin, ew baweriyê nayinin! Di pirsên wiha de mebesta wan, ku eqlê kesên bawermend tevlihev bikin, wan bêçare bihêlin û wan ji îmana wan bikin. Hûn çiqas ji wan re rave bikin jî ew li gotinên we guhnadêrin.

Li gorî Qur’anê biryara, ku pîrekên Pêxemberê me (s.a.w) dayikên bawermendan e û tu kes nikare bi wan re bizewice, hatiye dayin. Xwedê Tela wiha ferman dike:

Pêxember, ji bo bawermendan ji nefsa wan bi xwe jî hîn li pêştir e. Xanimên wî jî dayikên bawermendan in.”[1]

…Ji we re qet ne helal e ku hûn Qasidê Xwedê biêşînin. Piştî wî, mehrkirina xanimên wî jî ebediyen li we heram e. Lewra ew li cem Xwedê gunehekî pir mezin e.”[2]

Herçiqas di hin çavkaniyên hedîsê de hatibe ragihandin ku dayika me Eyşe dema bi Pêxember re (s.a.w) dizewice 9 salî û di dema wefata wî de 18 salî bûye,[3] lê belê di hin riwayetên cuda de di muqayesekirina rûdanên dîrokî û jêderên wan û hereketkirina ji çavkaniyên dîrokî di derbarê temenê dayika me Eyşe di dema zîfafê de tesbîtên ku 18-21 sal bûye, hene. Tiştê muwafiqî Qur’anê jî ev e. Lewra Qur’an, bi zimanê gelê Ereban nazil bûye. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Me, her qasid bi zimanê gelê wî şand, da ku ji wan re aşkere rave bike. Vêca Xwedê, kî bivê ji rê derdixe û kî jî bivê tîne rêya rast. Serdest ê karbinecih Ew e.”[4]

Di zimanê gelê Ereban de têgeha “çaxa zewacê” heye. Ev têgeh, ji bo kesê ku balix û reşîd be re tê gotin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

 “Sêwiyan, heta çaxa zewacê biceribînin; eger hûn hişmendiya (reşîdbûna) wan bibînin vêca malên wan bispêrine wan.”[5]

Ji bo zewacê, divê mêr mehrê bide pîrekê. Ev jî li cem Ereban dihate tetbîqkirin. Ji vê bonê divê pîrek di rewşeke ku bikaribe mehrê qebûl bike de be. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Mehra jinan bi ciwanmêrî bidin wan. Eger ew bi (rizaya) dilê xwe hinekî jê bidin we, wê çaxê bi noşîcanî bixwin.”[6]

Li gorî vê, tê fêhmê ku di çanda Ereban de ji bo zewacê, têgeha reşîdbûnê hebûye. Li gorî ku di wê demê de zewaca Pêxember (s.a.w) bi Hezretî Eyşe re nebûye sedem ji bo nav û nûçikan, divê ku diya me Eyşe reşîd be. Di roja me ya îro de jî keçeke reşîd bi kesê ku dixwaze re dikare bizewice.

 Ji bo agahiyên berfirehtir di derbarê mijara temenê zewaca diya me Hezretî Eyşe û mijara zewicandina keçên biçûk, em tewsiye dikin ku hûn dersa me ya di lînka jêr de ye, temaşe bikin:

http://www.kurandersi.com/mukayeseli-fikih-muzakereleri/2011/cocuklarin-evlendirilmesi.html



[1] Ehzab, 33/6.

[2] Ehzab, 33/53.

[3] Bnh. Buxarî, Nîkah, 38,39; Muslim, Nîkah, 70; Tirmizî, Nîkah, 18; Ebû Dawûd, Nîkah, 32; Nesaî, Nîkah, 29; Îbn Mace, Nîkah, 13.

[4] Îbrahîm, 14/4.

[5] Nîsa, 4/6.

[6] Nîsa, 4/4.