Pirs: Di 15 salîya xwe de bi bandora lîseyê min dest bi girtina serê xwe kir. Lê çiqas temenê min mezin bû, min ferq kir ku ez vê navêm. Ramanê min û bavê min di vê de li dijî hev in. Ew vekirina min naxwaze; lê belê ev helwesta wî bandorê li kesayeta min dike, jiyana min serûbinî hev dike. Pirsa min ev e: Digel ku bavê min, min hişyar dike jî eger ez serê xwe vekim, gelo ji wî re jî gıneh heye?
Bersiv: Digel hişyarî û îkazên bavê we eger hûn serê xwe vekin, gunehê vê ji we re ye, ne ji bavê we re ye. Di dînê me esas û prensîba şexsîbûna sûcan heye. Kî sûc bike, ceza li wî tê birîn. Ji vî aliyê ve bav, dê hişyariyên xwe bike, hedîs û ayetên bi girtinê re têkildar in dê bixwîne û bide xwendin. Piştî vê, êdî li we dikeve. Eger hûn bixwazin hûn ê fermana Xwedê pêk bînin û serê xwe bigirin, eger hûn bixwazin jî hûn ê li hember emrê Xwedê derkevin û serê xwe negirin.
Hûn dibêjin ku: “Çiqas temenê min mezin bû, min ferq kir ku ez vê navêm.” Kesê musluman, ne ku canê wî dixwaze karekî dike, belbî bi sedem ku Xwedê Teala xwestiye dike. Bendîtî ev e. Tiştê meriv dibe kufrê jî ne ku meriv axretê înkar dike, belbî meriv dinyayê di ser axretê re bigire. Xwedê Teala wiha ferman dike:
“… Ji kafiran re ezabekî dijwar û giran heye. Ew ên ku jiyana dinyayê ji ya axretê bêhtir hez dikin û hewl didin ku rêya Xwedê xwar nîşan bidin û jê dûr dikevin. Ew di nav rêşaşiyeke dûr de ne.”[1]