Pirs: Dema em ayetên Qur’anê ji însanan re rave dikin, em dibêjin ku Xwedê Teala Qur’an rave kiriye û divê em jî li ser mena bêjeyan lêkolînê bikin. Em di pirên rave û şîroveyên mena bêjeyan de jî maneyên sereke yên ferhengan çavkanî nîşan didin. Lê belê hevalekî, piştî ku me mena bêjeyên“muteşabih” û “şae” ji wan re rave kir, pirtûka Raxib el-Isfehanî wekî çavkanî nîşan da û îfadeyên ku piştgiriya mena kevnar ya klasik ji bo van herdu bêjeyan dikin nîşan da. Da ku em doz û angaştên xwe îsbat bikin, em serî li zimanê Erebî û ferhengan didin, di pir mijaran de (Mîna Seydayê Abdülaziz Bayındır jî di gotar û nivîsên xwe de wan ferhangan çavkanî nîşan dide) di ferhengên wiha de bêjeyên ku mena wan hatine guhertin û xerakirin, em ê çawa îzah bikin? Ango mena ku em didin ayetan em ê li ser çi esasî ava bikin? Eger em bibêjin ku ferheng jî xera bûne, wê gavê dibêjin madem wisa ye, çima hûn di bêjeyên din de ferhengê wekî çavkanî nîşan didin?
Bersiv: Mena ku Qur’ana Pîroz kitêbeke ronker û diyar e, bi mena ku rave û şîrovekirin ji aliyê Xwedê ve hatine kirin. Tiştê li me dikeve jî ku em cehd û xebat bikin da ku em van rave û şîroveyan tesbît bikin. Encax divê em vê di sînorê usûl û qaydeyekê de bikin. Di derbarê vê usûlê de em dibînin ku di Qur’anê de agahî û raveyên berfireh hene.
http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/kurani-aciklamada-usul.html
Berhevkirina ayetên muhkem û muteşabih li gorî rêz û distûra mesanîyê bi awayê ku komeke ji wateyan pêk bîne, prensîba sereke ya vê usûlê pêk tîne. Lê belê Qur’ana Pîroz bi xwe ferman dike ku dema em di navbera ayetan de pêwendiyan çêbikin divê em bala xwe bidin hin pîvanên cuda. Ha yek ji wan pîvanan, zimanê Erebî ye.
Rêya ku em mijarekê çareser bikin, ango rêya ku em di derbarê wê mijarê de komeke ji wateyan pêk bînin, di navbera gotin û wateyê de pêwendiyekê saz bikin, çêdibe. Dema em bi lefzê bêjeyê re eleqedar dibin, wateyên ku Qur’an li wê bêjeyê bar dike pir girîn in. Di vê astê de ferheng jî tên bikaranîn. Lê belê, ferheng bi tenê nabin delîl. Lewra ferheng dibin hewl dabin istilahên ku însanan pêk anîne û nerîneke xuya di rewacê de bigirin. Ji vî aliyî ve jêgirtiyên ferhengê divê di bin kontrolê de be û dema meriv menayê bide bêjeyan, mena giştî ya Qur’anê bide ber çavê xwe. Mîna hin ferhengan bêjeya “qeda” ya di hedîsê
ما بال الحائض تقضي الصوم ولا تقضي الصَلاة ؟ فَقَالَتْ: أحَرُورِيَّةٌ أنْتِ؟ قلت لست بحرورية ولكني أسأل. قالت كان يصيـبنا ذلك فَنُؤْمَرُ بقَضَاءِ الصَّوْمِ وَلا نُؤمَرُ بِقَضَاءِ الصَّلاةِ.
derbas dibe, bi awayê ku meriv îbadetekê piştî derbasbûna dema wê bike, mena kirine. Hal ew e ku mena rast, meriv îbadetekê di dema wê de û bi awayekî tam bike.
Dr. Fatih Orum