Fetwayen Kurdi
Ma di secdeya tîlawetê de, divê ku meriv bi desmêj be?

Ma di secdeya tîlawetê de, divê ku meriv bi desmêj be?

Pirs: Di secdeya tîlawetê de divê ku mirov bi desmêj be yan bê desmêj jî dibe?

Bersiv: Li gorî pirên aliman, ji ber ku secdeya tîlawetê wekî parçeyekî ji limêjê hatiye qabûlkirin, tiştên ji limêjê re pêwîst in ji desmêj, berdana qiblê, nixumandina ewret û hwd. ji secdeya tîlawetê re jî şert dêrane.

Di vê mijarê de Şewkanî wiha dibêje: “Di hedîsên bi secdeya tîlawetê re têkildar in, tu îşaretek tune ye ku kesê dê secdeya tîlawetê bike divê ku bi desmêj be. Dema ku ayeta secdeyê dihat xwendin kî bi Qasidê Xwedê Teala re bûna bi hev re diçûn secdeyê. Û ji tu kesî ji wan, nehatiye ragihandin ku Qasidê Xwedê emrê wan kiriye “bi girtina desmêjê.” Di heman wextê de îhtimala ku hemî bi desmêj bin jî dûr e. Keza bi Qasidê Xwedê re muşrikê (Mekkeyê) jî diçûn secdeyê.[1]

Hal ev e ku muşrik pîs û necis in ka wê çawa desmêja wan durist be. Dîsa li gorî ku Buxarî ragihandiye ku Ebdullah kurê Umer kurê Xettab (x.j.q) bê desmêj secdeya tîlawetê dikir.

Îbn Hecer di pirtûka xwe ya bi navê Fethul-Barî Şerha Sehîha Buxarî[2] di derheqê vê mijarê cih dide van agahiyan: “Di mijara ku secdeya tîlawetê bê desmêj tê kirin, ji Şe’bî pê ve tu kesî nedaye pey Ebdullah kurê Umer.” Îbn Ebî Şeybe vê xeberê (hedîsê) bi senedeke (rêyeke) sehîh texrîc (ragihandiye) kiriye. Dîsa li gorî ku Îbn Ebî Şeybe, ji Ebû ‘Ebdurrehman es-Sulemî texrîc kiriye: “Ebdullah kurê Umer, ayeta secdeyê dixwend, digel ku ne bi desmêj bû bê ku berê xwe bide qiblê dimeşiya û bi rêya îşaretkirinê diçû secdê.”[3]

Tiştên ku li jor hatin gotin mutabiqî ayeta 6’mîn ji sûreyê Maîde ne. Lewra di wê ayetê de Xwedê Teala desmêjê, ji bo limêjê şert dêraye. secdeya tîlawetê, her çiqas wekî parçeyekî ji limêjê bê xuyakirin jî lê belê di rastiyê de ne limêj e. Ji ber vê yêkê mirov dikare bê desmêj secdeya tîlawetê bike.

Nîşe: Riwayeta “Ebdullah kurê Umer, bê desmêj secdeya tîlawetê dikir.” di hin çapên Sehîha Buxarî de di riwayeta el-Asîlî “Ebdullah kurê Umer, bi desmêj secdeya tîlawetê dikir.” derbas dibe. Lê belê li gorî ku Îbn Hecer îfade kiriye, rastiya wê Ebdulla kurê Umer bê desmêj secdeya tîlawetê dikir. Û pirê çapên Sehîha Buxarî bi vî şeklî ne.[4]



[1] Bnh. Buxarî, Sucûdul-Qur’an, 4.

[2] V, 252-253, şîroveya hedîsa 1071.

[3] Eş-Şewkanî, Neylul-Ewtar, III, 119, Babut-Tekbîr lis-Sucûdî we ma yuqalû fîhî; Seyyid Sabiq, Fuqhu’s-Sunne, çapa 12’mîn, Muessesetu’r-Risale, Beyrût 1996, I, 166.

[4] Bnh. Fethul-Barî, V, 252, şîroveya hedîsa 1071.