Fetwayen Kurdi
Hukmê kesên fasiq çi ye?

Hukmê kesên fasiq çi ye?

Pirs: Ez dixwazim di mijara kesên fasiq de li gorî huqûqa Îslamê agahiyan bidest bixim. Yek ji wan mijarên ku ez di berhemên Îslamî de pêrgî wan hatim; di dadgehê de şahdeyiya kesên fasiq nayê qebûlkirin. Heta, kesê fasiq bibêje ku min heyva meha Remezanê dîtiye dîsa jî jê nayê qebûlkirin. Niha fasiqiya kesên wiha dê çawa bê tesbîtkirin? Gelo li gorî çi fasiqiya meriv tesbît dibe?

Bersiv: Di derbarê vê mijarê de di rûpelên 153-154’an ji pirtûka me ya bi navê “İslam Muhakeme Hukuku” ev îfade derbas dibin:

Kesê fasiq şahdeyiya wî nayê qebûlkirin. Ji muslumanên ku di helwestên xwe de ji sînorên ku dîn danîne bibuhure, re fasiq tê gotin. Lewra kesê xwe ji qedexeyeke dînî neparêze digel ku bawer dike ew heram e, dibe ku xwe ji şahdeyiya bi derewîn jî neparêze digel ku dizane heram e jî. Xwedê Teala ferman dike ku nûçe û agahiyên kesên fasiq digihînin meriv, yekser neyên qebûlkirin û wiha kerem kiriye:

Gelî bawermendan! Eger yekî fasiq ji were xeberekê bîne, vêca rastiya wê vekolin. Da ku hûn bê zanîn destdirêjiya civatekê nekin û piştre hûn li kirina xwe poşman nebin.”[1]

Fermana bi neqebûlkirina xebera yekî wisa, dibe asteng ji bo qebûlkirina şahdeyiya wî. Daxwaziya divê li ser xeberê lêkolîn bê kirin, dide nîşandan ku bi gotina wî bawerî nayê kirin. Di vê mijarê hemî mezheban tifaq kirine. Kesên ji ber ku fasiq in, dema ji aliyê dadgerekî ve şahdeyiya wan hatibe redkirin, li pêşberî dadgerekî din di wê mijarê de nikarin şahdeyiyê bidin. Eger dadgerê duyem şahdeyiya wan qebûl bike û biryarê bide jî biryara wî ne muteber e. Û her wiha dema dadgerek şahidan bi sedem fasiqiyê red bike, di heman dozê de nikare careke din lê guh bidêre.

Mijara gelo kîjan helwest meriv dike fasiq, mijareke bi gengeşî ye. Çavkaniyan di derbarê mijarê de cih dane agahiyên berfireh. Kesên hînî helwestên ku namûs û heysiyeta meriv dişikînin bûne, mîna kesên reqs û mesqere dikin, kesên bi lîstik û şahiyan demên xwe derbas dikin an jî xwe noqî lîstikan dikin û limêj li wan diçin, zilamên jinmeyl (hevzayend), kesên hînî vexwarina meyê bûne, kesên faîzê dixwin û kesên helwestên dijraberî exlaqê gelemperî nîşan didin, şahdeyiya wan nayê qebûlkirin.

Kesên wiha di rewşa ku tobe bikin û xwe rast û durist bikin, şahdeyiya wan tê qebûlkirin. Encax kesê bi derewkarî hatibe zanîn û bi wî awayî nav dabe, herçiqas tobe bike jî tu carî şahdeyiya wî nayê qebûlkirin. Lewra nayê zanîn ka di tobeya xwe de rast e yan na.

Li gorî Ebû Yûsuf, kesê fasiq eger di civakê de xwedan nufûz, şeref û bi heysiyet be, şahdeyiya wî tê qebûlkirin. Lewra di şahdeyiya wî de gumana derewan tune ye. Ji ber ku merivekî xwedan giranî ye, tu kes nikare cesaret bike da ku bi pereyan şahdeyiyê pê bide kirin û ji ber şeref û heysiyeta xwe jî bê ku di hêviya tu feydeyekê de be dê xwe ji derewan biparêze. Vê nerîna Ebû Yûsuf, peyrew ji xwe re nedîtine.[2]



[1] Hucûrat, 49/6.

[2] Abdülaziz Bayındır, İslam Muhakeme Hukuku-Osmanlı Devri Uygulaması, Weşanên İSAV, Stenbol 1986, rp. 153-154.