Pirs: Di hevdîtina merivên nêz de hin caran pirsgirêk dertên holê. Gelo di hevdîtina di navbera merivên nêz ên mêr û jin, pîvana Îslamî çi ye? Mesela bûkek, bi cil û bergên munasib dikare derkeve pêşberî tîyên xwe? Wekî din jî mebest ji gotina Pêxember (s.a.w) “Hemw mirin e” çi ye?
Bersiv: Pêxemberê me (s.a.w) di hedîseke xwe de wiha gotiye:
“Ez, çûna bi bal pîrekeke ku mehremek pê re tune be, li we qedexe dikim.” Li ser vê gotinê pîrekekê ji Ensariyan pirsî: “Ya Qasidê Xwedê! (Di derheqê eqrebayên ji bilî bav û lawan de tu nabêjî çi?)” Qasidê Xwedê wiha bersiv da: “Xelweta (sekna) bi wan re mirin e.”[1]
Bêjeya “hemw”ê ya ku di metnê hedîsê de bi Erebî derbas dibe, ji merivên mêr ên zilam re tê gotin. Mîna tî (birayên mêr) zarûyên apê wî û hwd.
Di hedîseke din de wiha derbas dibe: “Ji niha pê ve, bila tu zilam bi tenê derbasî ba pîrekekê nebe. Eger yek dudu hazir bin dikare.”[2]
Eger ku em herdu hedîsan bi hev re binirxînin, em ê bibînin ku çûna bi bal pîrekeke di odeyekê de û bi tenê, hatiye qedexekirin. Xelweta (sekna bi tenê) digel eqrebayên mêrê pîrekê jî ji ber ku pêkan e bêhtir bibe sedem ji bo fitne û hin xeteran, Qasidê Xwedê Teala gotiye ku: “Xelweta (sekna) bi wan re mirin e.” Pîrek dema li gorî fermanên Xwedê Teala xwe nixumandibe û ne li cihekî girtî be yan jî bi hebûna kesekî sêyem, dikare bi wan eqrebayan re hevdîtinê pêk bîne.