Pirs: Ji bo qebûlbûna duayên me, em dikarin di duayên xwe de wiha bibêjin: “Ya Rebbî! Ji bo xatirê Pêxember an jî ji ber xatirê filan dostê xwe, Tu duayê me qebûl bikî.”
Bersiv: Duayên bi vî awayî, di mîna Mewlida Süleyman Çelebi de tê dîtin. Encax dua bi vî awayî nayê kirin. Ji ulemayê Henefiyan Îbn Ebu’l-Îzz wiha dibêje:
“Ne caiz e ku mirov tiştekî ji Xwedê Teala pê ve ji bo qebûlbûna dua bike navgîn û sedem… Kesê ku navgînan dixe duayên xwe dixwaze wiha bibêje: “Filankes ji bo ku ebdê Te yê baş û salih e, Tu yê duayê min qebûl bikî.” Lê ka çi pêwendî di nava wê xwestinê û salihtiya yê din de heye. Ev, di dua û xwestina ji Xwedê Teala de sînor nenaskirin e!
Xwedê Teala di ayetekê wiha ferman dike:
“Bi dizî, bi zarezar û lakelak li ber Xwedayê xwe bigerin. Bêguman Xwedê ji sînorbihêran hez nake.”[1]
Ev dua û yên mîna wê piştre hatine derxistin. Ji Pêxember (s.a.v), sehabî, tabiîn û Îmaman tiştekî wiha nehatiye ragihandin. Xwedê Teala ji hemiyan razî be. Ev dua, encax di tilsimên ku kesên cahil an jî hin peyrewên terîqetê nivîsandine de tê dîtin.[2]