Pirs: Piştî ku mirov desmêja xwe ya biçûk şikand divê mirov çiqasî bikesine û piştre desmêj bigire. Lewra hin caran mîz ji mirov dinuqute, ma ev tişt zirarê dide duristiya desmêja mirov an na?
Bersiv: Piştî ku mirov desmêja xwe dişikîne, bi kirina hin helwestan û bi mebesta bê ka îdrara mirov tam sekiniye yan na, di pîrtûkên fiqhê de jê re tê gotin “îstibra”. Loma piştî ku mirov ji qedemgehê derket divê mirov zû zû ranebe û desmêj negire. Demekê bisekine û “îstibra”yê berdewam bike heta ku mirov bawer bike ku êdî îdrar tam sekiniye. Piştî desmêjgirtinê şayed mîz binuqute desmêj dişikê. Ev rewş bêhtir di zilaman de derdikeve holê. Ji ber vê yekê divê zilam di mijara “îstibra” yê de pir bi hezir bin.
Şekl û dema “îstibra”yê li gorî xwezaya însanan jihev cuda ne. Yanî ne mîna hev in. Şîret û tewsiyeyên ku di pirtûkên fiqhê de ji bo îstibrayê derbas dibin ji kuxik, birêdeçûn û xwedirêjkirinê, tu aliyekî wan ên dînî tune ne. Ango ji bo îstibrayê divê ku her kes usûl û esasên munasibî xwezaya wî ne bikar bîne û heta xwe tam paqij neke dest bi desmêjê neke.